Balûken: Êrîşa li hember Navenda Giştî operasyoneke AKP’ê ye
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken got ku êrîşa li hember navenda giştî “operasyona lîncê ya AKP’ê ye”.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken got ku êrîşa li hember navenda giştî “operasyona lîncê ya AKP’ê ye”.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken got ku êrîşa li hember navenda giştî “operasyona lîncê ya AKP’ê ye”. Balûken da xuyakirin ku odeya agahzaniyê bi taybet hedef hatiye girtin, tevahiya rojê rayedarên dewletê û hikûmetê têkildarî tedbîran agahiyên şaş dane wan. Balûken bang li gel û hêzên demokrasiyê kir ku bi HDP’ê re bikevin nav piştevaniyê.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûkên têkildarî êrîşa nîjadperest a li hember avahiya Navendî ya Giştî ya partiya wan ji ANF’ê re axivî.
'WALÎ Û WEZARETÊ AGAHIYÊN ŞAŞ DAN'
Balûken diyar kir ku rayedarên dewletê ew xapandine û der barê êrîşê de ev agahî da:
"Tevahiya rojê nîşaneyên ku wê êrîş pêk bên hebûn. Komên nîjadperest di wesayîtan der dem dem tehdît û dijûn ji navenda giştî re dikirin. Em çend caran bi Walîtiya Enqereyê re axivîn. Rayedarên Wezareta Karên Derve jî agahiyên pêwîst dan. Lê heta êrîş pêk hatin, agahiyên şaş dan me.”
Balûken anî ziman ku di êrîşê de bi taybet odeya agahzaniyê hedef hatiye girtin û got: “Tevayî agahiyên ku mejiyê partiyê ne hatine şewitandin. Ev jî nîşan dide ku êrîşeke bi zanebûne.”
Balûken her wiha diyar kir ku li hember Avahiya Navenda Giştî ya BDP’ê ya berê ya li Balgatê jî Êrîş pêk hatiye. Di êrîşê de kesek mehsûr maye.
'OPERASYONA LÎNCÊ YA AKP'Ê'
Balûken, ev xisûs diyar kir: "Ev êrîş bi tena xwe operasyoneke şkandina îradeyê ye. Demeke dirêj e li Tirkiyeyê darbeyeke sivîl û konsepteke ku li tevayî welêt belav dibe hebû. Ev merheleya ku gihiştiye nîşan dide. Êrîş ku li her cihî pêk tên, nîşan dide ku ji navendekê, operasyona lînca siyasî ya hikûmeta AKP’ê û dewletê ye.”
Balûken got wê bi wan êrîşan ti encaman negirin.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken herî dawî ev bang kir "Em bang li tevayî gelê me dikin ku xwedî li partiya me derkevin, li derdora HDP’ê bibin yek, hê zêdetir dengê aştî, demokrasiyê bilind bikin. pêwîst e gelê me di ferqa lîstîkan de be. Bersiva herî baş a ji êrîşan re ev e ku mirov nebe aliyekî şer, li konsepta şer têkoşîna aştiyê bilind bikin. Em bang li tevayî derdorên aştî û demokrasiyê, gelên li Tirkiyeyê li derdora HDP’ê bûn yek, jin û ciwanan dikin ku bi HDP’ê re bikevin nav piştevaniyê.”