ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li pêşiya Parlamentoya Swêd AKP û dewleta Tirk hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Kurdistanê û yên çeteyên nîjadperest û faşîst li hemberî HDP’ê bi girseyî li pêşiya Parlamentoya Swêdê û Wezareta Derve ya Swêdê hatin protestokirin. -
Li Taksîmê 4 çalakvan hatin binçavkirin
Endamên Yekîtîya Têkoşînê, li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê û ji bo piştevaniya ji Cizîrê re li Taksîmê Pankarta “Gelê Kurd ne bi tenê ye” vekirin. -
Bûldan: Erdogan û AKP’ê fermana van êrîşan dan
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkildarî êrîşên dawî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. -
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya ‘edalet û ronahiyê’
Çalakiya “edalet û ronahiyê” ya her hefte bi armanca hêzên li pişt Komkujiya Parîsê derkevin holê li dar dixin vê hefteyê jî pêk hat. Di rojeva çalakiyê de komkujiyên li Kurdistanê rû didin û êrîşên li hember HDP’ê hebûn. -
Di rapora ÎHD'ê ya binpêkirina mafan de ‘faşîzm' derket!
ÎHD’ê tabloya polîtîkaya şer a AKP’ê piştî Komkujiya Pirsûsê da destpêkirin kir rapor. ÎHD’ê diyar kir ku herî kêm 2400 kes hatine binçavkirin, nêzî 300 kes jî hatine girtin. -
Walî di dema şewatê de jî gotiye 'tiştekî mirov jê bitirse nîne'
Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar, dema faşîstên nîjadperest avahiya HDP'ê dişewitandin ji rêveberên partiyê re got, "Tiştekî cidî nîne. Dibe ku hevalên we di hundir d ewraqan dişewitînin." -
Hunermendên Kurd li hember komkujiyên AKP’ê dikevin nav tevgerê
Hunermendên Kurd ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li ser gelê Kurd wê derkevin qadan. -
HDP Îzmîr: Prova şerê navxweyî hat kirin!
Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî partiya xwe dan. -
Nahêlin wekîlên HDP'yî jî biçin Cizîrê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wezîrên HDP'yî û parlamenterên ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Cizîrê û pêkanîna civîna koma xwe dixwazin bikevin nava Cizîrê, li ser rêya Hezexê hatin sekinandin. -
Kurdan banga 'çalakiya lezgîn' li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin
Kurdistaniyan bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin, ku li dijî komkujiyên AKP dike, tavilê bikeve nava tevgerê. -
HDP'yiyên hatin binçavkirin û rêveberê ÎHD'ê rastî îşkenceyê hatin
Hat ragihandin, ku HDP'yiyên duh bi şev li Bagcilarê hatin binçavkirin û endamê Desteya Rêveber ê ÎHD Şaxê Stenbolê Ahmet Demîrsoy ê nexweşê kanserê, rastî îşkenceya polîsan hatine. -
Hevşaredarê Bismilê Sari hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredarê Bismilê Resûl Sari tevî 2 bira û kurê xwe hat binçavkirin. -
Bi wesayîtên zirxî pêşî li Kurdistaniyên diçin Cizîrê hat girtin-HAT NÛKIRIN
Kurdistaniyên ji Êlihê diçin Cizîrê, li Mîdyatê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin astengkirin. -
Dîmenê karmendên gumrikê yên hatin berdan
Karmendên dewletê yên ji aliyê HPG'ê ve hatibûn girtin û duh serbest hatin berdan, berî ji Herêmên Parastinê yên Medyayê veqetin, ji kamerayên me re axivîn. -
Konseya Ewropayê AKP hişyar kir
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî HDP'ê da û hişyariya "parastina jiyana demokratîk" da AKP'ê. -
Yuksekdag: Em ê rê nedin keriyê faşîstan
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag ji Qesrê re got, "Em ê rê nedin keriyê we yê faşîst. Tu 400 wekîlan dixwaze, lê wê bi destê te nekeve. Tu dixwaze desthilatdariya Qesrê ragihîne, lê tu yê nikaribe." -
Prof. Dr. Kaboglû: Di emel de darbe hatiye kirin
Prof. Dr. Kaboglû diyar kir ku AKP û Erdogan welat ber bi mercên darbeyê ve birine û destnÎşan kir ku qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku 5 roj in dewam dike û hedefgirtina sivîlan, nayê qebûlkirin. -
Rojnamevan Baysal: Dengê aştiyê ê li rojavayê welêt qels e
Rojnamevan Baysal diyar kir ku demeke mîna salên 90'î rû daye û got, "Cografya Kurdan careke din tê talankirin, bombe li ser wan tên barandin. Li taxan pevçûn diqewimin." -
Rojnamevana Swêdî Hammargren: Zordarên Erdogan li kolanan terorê dimeşînin
Rojnamevan Bîtte Hammargren diyar kir ku ji ber polîtîkaya şer a AKP'ê, gel, çapemenî û siyasetemdar hedef tên girtin. -
AGÎF: Ji bo sekinandina kujerê Qesrê careke din dengê me ji HDP'ê re
AGÎF'ê li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê banga berxwedanê kir û ji koçberan xwest ku di 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê. -
Li ESP'yiyan îşkenceya kelepçekirina vajî
12 ciwanên ESP'yî, di dema binçavkirinê de li erdê hatin dirêjkirin, bi awayekî vajî hatin kelepçekirin û bi saetan hatin sekinandin. Dema mînaka xwezî û şopa tiliyan dihat wergirtin jî ciwan rastî êrîşa polîsan hatin. -
Polîs û leşkeran avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Sari
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên hêzên dewleta Tirk de polîs û leşkeran avêtin ser mala Hevşaredarê Bismilê Sari. Lêgerîna li mal wî dewam dike. -
Li Bonnê komîsyona hilbijartinê hat avakirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Bonn, Meckenheîm, Eûskîrchen û Troîsdorfê dijîn li bajarê Elmanya Bonnê civiyan û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê komîsyonek ava kirin. -
Kurdên li Elmanyayê wê îro li qadan bin
NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên îro yên li gelek navendên Elmanyayê banga beşdariya girseyî kir. -
Polîsên girtin ser avahiya HDP’ê ya Bagcilar rêveber binçav kirin
Êrîşên ku AKP’ê Kurd, HDP û demokrat kirin hedef û da destpêkirin didomin.