Kurdan banga 'çalakiya lezgîn' li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin

Kurdistaniyan bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin, ku li dijî komkujiyên AKP dike, tavilê bikeve nava tevgerê.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çû serdana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û dosyayek li ser daxwazên xwe pêşkêş kir.

Kurdistaniyên ji bo balê bikişînin ser komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike çûn serdana Rêxistina Efûyê, di hevdîtinê de ev mijar nirxand:

"Di serî de li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Liceyê li gelek deverên Kurdistanê rewşa awarte hatiye îlankirin. Mirov tên qetilkirin, rastî îşkenceyê tên. Li Enqere, Konya, Kirşehî û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê, tevî navenda giştî li hemberî 130 buroyên HDP'ê êrîş hatin kirin û hatin şewitandin. Mirov tên lînçkirin. Destûr nayê dayîn ku cenazeyên zarokên li Kurdistanê hatine kuştin, bên rakirin, bên veşartin. Cenaze di hundirê sarincê de tên ragirtin."

RÊXISTINA EFÛYÊ: EM Ê BIKEVIN NAVA TEVGERÊ

Di hevdîtinê de, ji bo hîn bêhtir komkujî neqewimin bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin ku bi lezgînî bikeve nava tevgerê û çalakiyan. Nûnerê Maseya Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê jî da zanîn ku ew bi tirs û fikar bûyeran dişopînin û da zanîn ku ew ê ji îro û pê ve bi navenda xwe ya li Îngilîstanê re dest bi çalakiyan bikin.