Hunermendên Kurd li hember komkujiyên AKP’ê dikevin nav tevgerê
Hunermendên Kurd ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li ser gelê Kurd wê derkevin qadan.
Hunermendên Kurd ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li ser gelê Kurd wê derkevin qadan.
Piştgiriyeke ji xwerêveberiyên gel ên li Bakurê Kurdistanê re ji hunermendên Kurd ên li Elmanyayê dijîn hat. Hunermendên Kurd ên ji bo komkujiyên AKP’ê û hilbijartina pêşwext a 1’ê Mijdarê nîqaş bikin kom bûn, îlana xwerêveberiyan silav kirin. Hunermendan bang li tevayî derdorên demokratîk jî kirin ku berî dereng bimîne bikevin nav tevgerê.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê hunermendên Kurd ên bi banga Koma Berxwedan kom bûn, bang li tevayî hunermandan kirin ku derkevin kolanan û bi gel re bibin yek.
Hunemendan di civînê de ev xisûs diyar kirin:
'DIVÊ RÊZ JI BIRYARA XWERÊVEBERINA GEL RE BÊ DAYÎN'
Hozan Seyîtxan: "Di Newroza Amedê de bi xwendina deklarasyona Rêber Apo re ji bo Tirkiye û hêzên demokrasiyê pêvajoyeke nû destpê kir. Erdogan û AKP bi Mutabeqata Dolmabahçe ve girêdayî neman, dema 7’ê Hezîranê HDP’ê bend derbas kir rûyê xwe yê rast nîşan da. Li hember gel siyaseta îmha û komkujiyê kirin dewrê. Li gelek bajêr û navçeyan bi êrîşeke komkujiyê ya topyekûn bersiv dan. Gel jî li hember vê hovîtiyê xwe diparêze û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Divê her kes hurmetê bide wê. Mixabin li hember wê dewlet li şûna hurmetê bide, tevayî çekên qirêj kir dewrê. Di demeke ku komkujiyeke wiha heye Tirkiye diçe hilbijartinê.”
'ŞERÊ HEBÛN Û NEBÛNÊ YE’
Hozan Diyar: “Ev êrîş û komkujiyên ku li hemberî gelê me pêk tên me pir aciz kir. Gelê me niha li Kurdistanê şerê hebûn û nebûnê dide… Di destpêkê de li hember van êrîşên li zarokên Kurdan û gelê me pêk tên em tavilê têkevin tevgerê. Em nikarin biçin welat, lê em li vir dikarin dengê xwe bigihînin raya giştî û em dikarin wahşeta dewleta Tirk nîşanî her kesî bikin.”
'HUNERMEND WIJDANÊ CİVAKÊ YE'
Xelîl Xemgîn: "Weke Rêber Apo jî dibêje ‘hunermend wijdanê civakê ye’ divê em çi dikeve ser milên me pêk bînin. Bi dûrketina ji civakê em nikarên bêjin em hunermendên vê civakê ne. Bi dîtina vê rastiyê divê her kes xwe ber çavan derbas bike, rexnedayinekê bide. Yê me dike em ev gel e, ev partiye.”
'DIVÊ EM ÇALAKIYÊN DENG DERDIXE, BALÊ DIKIŞINE PÊK BÎNIN’
Hozan Bangîn: "Divê em bi gel re bibin yek û çalakiyên xwe xurttir bikin. Ji bo em çalakiyê tenê çêkin em çalakiyan nekin. Çalakiyên deng derdixe û karibe raya giştî çêbike em bikin. Hunermend ne tenê kesên stranan dibêjin. Resam jî hunermend e, şanoger jî. Divê em karibin hunermendan giştî tevlî çalakiyên xwe bikin. Divê em li hemberî van êrîşên li ser gelê me tên meşandin bêdeng nemînin.”
Cewad Merwanî: " Divê tavilê em bikevin tevgerê. Divê em dereng nemînin û benda sibehê nemînin em deng bidin raya giştî. Bi taybet ji bo bala çapemeniyê em bikişînin divê em çalakiyek di terzek cuda pêk bînin. Gelê me li wir qetil dibe, divê kes bêdeng nemîne. Divê tavilê bi avakirina komîsyonan em dest bi karên xwe bikin. Li gelek navendên Ewropa divê çalakiyên me hebin. "