Walî di dema şewatê de jî gotiye 'tiştekî mirov jê bitirse nîne'

Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar, dema faşîstên nîjadperest avahiya HDP'ê dişewitandin ji rêveberên partiyê re got, "Tiştekî cidî nîne. Dibe ku hevalên we di hundir d ewraqan dişewitînin."

Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar, dema faşîstên nîjadperest avahiya HDP'ê dişewitandin ji rêveberên partiyê re got, "Tiştekî cidî nîne. Dibe ku hevalên we di hundir d ewraqan dişewitînin." Axaftina berî şewatê, dema şewatê û piştî şewatê bi rêya telefonê bi Walî re hat kirin, berpirsyariya Walî ya di êrîşê de radixe pêş çavan.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken anî ziman ku di dema êrîşê û beriya wê de, bi rêya telefonê ew bi Wezareta Karên Hundir, Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê û Walîtiya Enqereyê re timî axivîne.

'AGAHIYÊN ŞAŞ DAN'

Balûken anî ziman ku agahiyên şaş ji wan re hatine dayîn û got, "Beriya êrîş rû bide, ji ber ku nîşaneyên êrîşê hebûn me agahî dan saziyên pêwîdar û xwestin tedbîr werin girtin. Ji me re hat gotin ku tedbîrên pêwîst hatine girtin û rewşeke jê bitirsin nîne."

'POLÎSAN JIYANA ÊRÎŞKARAN PARASTINE'

Balûken da xuyakirin ku koma êrîşkar di bin çavdêriya polîsan de ji Kizilayê hatiye ber avahiya navenda giştî ya partiya wan û got, "Polîsan ji wê derê heta ber avahiya partiya me, parastina êrîşkaran kirine û ew gihandine ber avahiya partiyê."

Balûken da zanîn ku di dema êrîşê de jî polîsan bi xurtî dest li rewşê wernedane û got, "Yên ketine hundir bi hêsanî derbasî qatê duyemîn bûne û navenda agahiyan a HDP'ê şewitandine. Ev yek jî nîşan dide bê êrîşkar bi çi rengî hatine birêvebirin. Di dema êrîşê de agahiyên şaş hatin dayîn. Gotin 'Komeke ji 40-50 kesan pêk tê. Niyeta wan nîne ku zerarê bide navenda giştî. Tiştekî hûn jê bitirsin nîne'."

Balûken anî ziman ku piştî şewat derket ew dîsa bi Waliyê Enqereyê re axiviye û got, "Di wê kêliyê de jî got ku şewateke cidî nîne. Got, 'Tiştekî cidî nîne. Dibe ku hevalên we di hundir de ewraqan dişewitînin. Şewat ji ber vê derketiye'. Ez bi hevalên me yên li hundir re axivîm û dema min bihîst ku şewat mezin e, min ev ji rayedaran re ragihand. Lê rayedaran bi israr helwesta xwe domandin. Walî demeke dirêj îdîa kir ku yê avahî şewitandiye, ne êrîşkarê ji derve hatiye."

Balûken her wiha ragihand ku dîmenên kesên êrîşî avahiya DBP'ê ya li Balgatê kirine hene û got, "Bi 5 polîsên sivîl tên, tabelayê dadixînin."

Balûken da xuyakirin ku ew ê li hemberî êrîşan bikevin nava hewldanên hiqûqî û got, "Gelekî aşkera ye ku ev êrîş bi destê AKP'ê hatiye plankirin û meşandin."

'ARMANCA WAN EV BÛ KU HDP NEKEVE HILBIJARTINAN'

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî bi bîr xist ku navenda giştî ya HDP’ê 500 metre dûrî Midûriyeta Parastina Herêmên Hesas e û got: “Êrîşkaran li Kizilay hin kargeh talan kirin, di kontrola polîsan de tên.” 

Bîlgen got ku armanca ew bû ku HDP nekeve hilbijartinan û wiha axivî: "Bi taybet odeya arşîv û serlêdanan hat hilbijartin. Lê ji ber me em hemû xebatên xwe dikin yedek ti pirsgirêk nîne. A em pê şad in ev e ku zerarekî canî negihişt hevalên me. Êrîşa duh operasyona ku Tirkiyeyê bi şerekî navxweyî bixe nav dorpêça darbeyê bû.”