ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber topa leşkeran jinek birîndar bû
Ji ber top û obusên ji qereqolên li Oremarê hatin avêtin, jinek birîndar bû. -
'Divê mirovahî li pêşberî rewşa li Cizîrê bêdeng nemîne'
Li ser banga OHD û MHD hiqûqnas diçin Cizîrê cihê dewlet lê komkujiyê dike. Parêzer Zîncîr ê di nava heyetê de cih digire destnîşan kir ku divê li hemberî faşîzma Erdogan her kes têkoşîneke hevpar bimeşînin. -
Êrîşên nîjadperestî zêde dibin, Kurd dikevin rewşa xweparastinê
Êrîşên faşîst ên ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê zêde bûn, duh bi şev û danê vê sibehê dewam kirin. Li hin navendan gel ket rewşa xweparastinê. -
Li Riha û Îdirê girtin, li Mêrdînê binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî jî dewam dikin. Li pirsûsê kesek, li Îdirê 4 kesên din hatin girtin. Li Mêrdînê jî kesek hat binçavkirin. -
Girtiyê nexweş Çelebî di nava tecrîda tecrîdê de ye
Nexweşê Wernîcke Korsakoff û şîzofrenî Mehmet Alî Çelebî, li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê, di nava tecrîda tecrîdê de tê ragirtin. -
Li Erdîşê desteka ji bo Cizîrê
Li Erdîşê, bi armanca silavkirina berxwedana li Cizîrê û şermezarkirina komkujiyê, esnafan dikanên xwe venekirin. -
Komkujiyên li Kurdistanê li Hambûrgê hatin şermezarkirin
Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê: Divê zimanê dijminatiya li Kurdan tê kirin bê terikandin
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê xwest, dawî li dijminatiya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li Kurdan tê kirin bê anîn û destnîşan kir, ku divê zimanê nefret û nîjadperestiyê were terikandin. -
Partiya Sosyalîst a Fransayê êrîşên li dijî Kurdan şermezar kir
Partiya Sosyalîst a li Fransayê êrîşên li hemberî Kurdan û HDP'ê şermezar kir. -
Polîsên Tirk bi kask û mertalan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin
Polîsên Tirk bi kask û mertalan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin. Polîsan bi tundî li parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û hin parlamenteran xistin. -
Tevî astengiyan jî parlamenter bi biryar in xwe bigihînin Cizîrê
Hêzên dewleta Tirk pêşî li Hevserokên HDP, KCD, DBP, wezîr û parlamenteran girtin û xwestin pêşî li meşa wan bigirin. Li ser vê yekê alozî-pevçûn derket. Heyetê da nav erdan û meşa xwe li nava erd dewam dike. -
AKP li Fransayê tê protestokirin
CDK-F bang li hemû welatparêz û demokratên li Fransayê dijîn kir, ku li dijî faşîzma AKP'ê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk li Cizîrê 3 kesên din qetil kir
Li Cizîrê, di encama bomberdûman û gulereşandina ji wesayîtên zirxî û segvanên hêzên dewleta Tirk de, li gorî agahiyên destpêkê 3 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Berxwedana gel bênavber dewam dike. -
Li Rotterdamê çalakiya edaletê
Di çalakiya edaletê ya li bajarê Hollanda Rotterdamê de, êrîşên qetlîemkar ên li Cizîrê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî hat kirin ku piştgiriyê bide HDP û Kurdên rastî êrîşên faşîst tên. -
AKP li Viyana û Rennesê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Fransa Rennesê berxwedana Cizîrê hat silavkirin û polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin. -
Dîmenê dawî yê bombevanê Pirsûsê derket holê - TAYBET
Dîmenê dawî yê bombevan Şeyh Abdûrrahman Alagoz ê li Pirsûsê 33 ciwan qetil kir, di dokûmantera derhêner Garîp Çelîk a bi navê "Amara Suruç" de derket holê. -
Irmak: Divê bala her kesî li ser Cizîrê be
Li dijî êrîşên leşker û polîsên AKP'ê, berxwedana gelê Cizîrê didome. Li hemberî êrîşên saet di 22:00 de destpê kirin, gel daket kolanan û nerazîbûn nîşan da. Li taxên Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê jî polîs û leşkeran êrîş kirin. -
AKP pêşî li meşvanên Cizîrê digire
Girseya gel a dixwaze biçe Cizîrê li pêşiya Hezexê tê astengkirin. Rayedarên leşkerî, kîlometreyek piştî derketina ji Hezexê girse sekinandin û gotin, "Ji me re ferman hatiye, em ê nehêlin hûn biçin." -
Polîsan li Tûzlûçayir êrîş bir ser gelê xweparastinê dike
Li ser Cadeya Abîdîn Aktaş a li Taxa Tûzlûçayir gelê li hember êrîşên nîjadperest ket nav xweparastinê rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Li Taxê alozî didome. -
Koma faşîst êrîşî avahiya HDP’ê ya Tûzla kir
Tê diyarkirin ku li Tûzla komeke faşîst a ji 150 kesî êrîşî avahiya HDP’ê kirine. -
Berxwedana Cizîrê li Lîege hat silavkirin
Li bajarê Lîege yê Belçîkayê berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Êrîşên faşîstan li dijî rêxistinên HDP’ê hatin şermezarkirin. -
Li Koln, Basel û Cenevre ji ciwanan çalakî
Ciwanên Kurd li Koln, Basel û Cenevre ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP’ê li qadan bûn. -
Çalakvanên Azadiyê: Divê berxwedan bê pêşxistin
Çalakiya rûniştinê ya li ber PE ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin bi dirûşmên ji Ocalan re azadî bi dawî bû. Çalakvanan diyar kirin ku wê çalakî bên berdewam bikin. -
Êrîşên faşîst ên li hember HDP’ê didomin
Êrîşên li dijî HDP'ê û gelê Kurd didomin. Komên faşîst li Bartin û Îzmîrê êrîşî avahiyên HDP’ê kirin -
Li pêşiya Parlamentoya Swêd AKP û dewleta Tirk hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Kurdistanê û yên çeteyên nîjadperest û faşîst li hemberî HDP’ê bi girseyî li pêşiya Parlamentoya Swêdê û Wezareta Derve ya Swêdê hatin protestokirin.