ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wezîr Dogan: Dewletê li Cizîrê êrîşî mafê jiyanê kir
Wezîrê Pêşveçûnê Dogan, têkildarî komkujiya sivîl a li Cizîrê civîna çapemeniyê pêk anî. Dogan pirsa, “Zarokek 7 salî yan jî 35 rojî, di dest de çek çêdibe?” kir. -
Polîtîkaya şer a AKP'ê li Moskowê hat şermezarkirin
Polîtîkaya şer a AKP'ê, ji aliyê ciwan û hunermendên Kurd ve li Moskowê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin, ku li dijî AKP a sûcê şer dike, bikevin nava tevgerê. -
Baroya Amedê êrîşa polîsan a li hemberî parêzeran şermezar kir
Baroya Amedê da xuyakirin ku polîsan li du parêzeran dane û bûyer şermezar kir. -
Li Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin
Li Kerboranê, di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. -
HDP: Zext wê nikaribe me ji rêya me vegerîne
HDP'ê êrîşên AKP'ê yên li hemberî gel û wekîlan şermezar kir. -
Serşêwirmendê Erdogan, HDP hedef nîşan da
Serşêwirmendê Serokkomar Erdogan Bînalî Yildirim, bi gotina "Sivîl, leşker û polîsên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, yekser ji aliyê HDP'ê ve hatine kuştin', HDP hedef nîşan da. -
Berxwedana gel a li Edene û Mersînê dewam dike
Li Edene û Mersînê, polîsên Tirk li pêşberî berxwedana gel xwe vekişandin. Polîsên ku bi bikaranîna çekên rastî herî kêm 6 kes birîndar kirin, li Tarsûsê jî 24 kes kirin binçavan. -
Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê, danê sibehê leşkeran avêtin ser gelek gundan. Di serdegirtinan de herî kêm 13 Kurdistanî hatin binçavkirin. -
Di kongreya Dergaha Kurdên Elewî de berxwedan hat silavkirin
Li Hagenê, Dergaha Kurdên Elewî kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin. -
Karkerên li Bolû rastî lîncê hatin di binê çavan de ne
8 karkerên li Bolûyê rastî êrîşa faşîst û nîjadperestan hatin, hatin binçavkirin. Karker piştî dayîna îfadeyê wê bajêr biterikînin. -
Li Awûstûrya û Elmanyayê civînên gel
Kurdistaniyên li Awûstûrya û Elmanyayê, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê û êrîşên li Ewropayê de civînên gel lidar xistin. -
Lokala NCDK a Orebro hat vekirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ku di meha Nîsanê de kongreya xwe pêk anîn û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin, duh li hev kom bûn û kolana xwe ya nû vekirin. -
Li Cizîrê qedexeya derketina derve hat rakirin
Walîtiya Şirnexê, qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ku duh êvarê saet di 19:00 de îlan kir, danê vê sibehê saet di 07:00 de rakir. -
NAV-DEM wê kon û standên agahdarkirinê veke
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, hêzên demokrasî û şoreşgerên Tirkiyeyî ji raya giştî û saziyên Elman re vebêjin, wê kon û standên agahdarkirinê vekin. -
Li Swêdê xwepêşandanên li dijî AKP'ê dewam dikin
Li bajarên Gavle û Soderhamn ên herêma Dalarna ya Swêdê, bi sedan kes daketin kolanan û êrîşên AKP'ê şermezar kirin. -
TÎB’ê 17. car DÎHA sansur kir
Êrîş û astengiyên li hemberî Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA)’yê berdewam dikin. TÎB'ê cara 17'emîn malpera DÎHA'yê ya înternetê sansur kir. -
Ciwan li Rotterdamê xweparastinê dikin
Li bajarê Rotterdam ê Hollanda ji ber li hember Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tehdîdên bi rêya medyaya sanal, ciwanên Kurd ev 3 roj in xweparastinê dikin. -
Li sê navendên Elmanyayê ciwanan çalakî pêk anîn
Li sê navendên Elmanyayê ciwanan, êrîşên li Amed, Cizîrê, Hannover û Bernê protesto kirin. Li Hambûrgê jî bi xweparastinê meşa faşîstan asteng kirin. -
Tûnç: Botan wê serî netewîne
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, got, “Gelê Cizîra Botan, wê ti carî teslîmî çeteyên AKP’ê nebe. Eger nîvê Cizîrê qetil bikin jî wê nikaribin wî gelî teslîm bigirin.” -
Polîsan li Edeneyê 2 kes birîndar kirin
Li Edeneyê welatiyên komkujiya li Kurdistanê tê meşandin şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku mudaxaleyî berxwedana gel kirin, zarokek birîndar kirin. Ciwanê bi navê Zekeriya Baysal jî ji çonga xwe ve hat birîndarkirin. -
Li Dortmundê DAGME kongreya xwe ya asayî pêk anî
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê DAGME kongreya xwe ya asayî pêk anî -
Li Hannover bi hezaran kes li hember faşîzmê bûn yek dil
Li bajarê Hannover ê Elmanya ku duh faşîstan ciwanekî Kurd birîndar kirin, bi meşeke girseyî êrîş hat şermezarkirin. -
Meşa Faşîstan a li Stockholm hat astengkirin
Kurdistanî û dostên wan ên Swêdî bi dirûşma, “Em ê destûr nedin faşîzmê” destûr nedan mîtînga ku faşîstan dixwest li Stockholm pêk bînin. -
Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya Bloka Aştiyê kirin
Bloka Aştiyê bi dirûşma, "Em li gel Cizîrê ne" daxuyanî da. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî Bloka Aştiyê kirin. -
Meşa faşîstan a li Essenê ji aliyê Kurd û Elmanan ve hat astengirin
Li Essenê meşa faşîstan ji aliyê Kurd û Elmanan ve hat astengkirin.