Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya Bloka Aştiyê kirin

Bloka Aştiyê bi dirûşma, "Em li gel Cizîrê ne" daxuyanî da. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî Bloka Aştiyê kirin.

Bloka Aştiyê bi dirûşma, "Em li gel Cizîrê ne" daxuyanî da. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî Bloka Aştiyê kirin.

Bloka Aştiyê bi boneya komkujiyên li Kurdistanê û êrîşên li ser Cizîrê şermezar bike xwest li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide. Koma ku ji endamên Bloka Aştiyê pêk tê berî ku daxuyaniyê bide çapemeniyê rastî êrîşa polîsan hatin. Koma li pêş Lîseya Galatasarayê li hev kom bû, rastî êrîşên polîsan a bi TOMA'yê hat. Koma ku wekîlên HDP'ê û endamên Bloka Aştiyê di nav de, rastî êrîşa ava şid û bombeyên gazê hatin. Di êrîşa polîsan de rojnamegerek birîndar bû û hin kes jî hatin binçavkirin. Êrîşa polîsan didome.