ROJANE
Hemû Nûçe
-
Înceoglû: Medya navgîna bîrdozî ya çîna serwer e
Dekana Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasaray Yasemîn Înceoglû diyar kir ku medya û neteweperestî du têgînên ku bi hev du zeliqîne û medya di roja me de bûye çeka herî girîng a neteweperestiyê. -
Li navçeyên Rihayê 17 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Serêkaniyê, Pirsûs, Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê, herî kêm 17 kes hatin binçavkirin. -
Konferansa 'Tirkiye: Li welatekî bendbendîbûyî parastina azadî û mafên rojnamevanan' destpê kir
Konferansa ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê û Civata Rojnameên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin, destpê kir. -
Polîtîka şîdetê ya Qesrê li Ewropayê jî tê meşandin
AKP û Erdogan ên ji cenazeyên polîs û leşkerên di şerê qesre de jiyana xwe ji dest dane xwe xwedî dikin, dixwzin heman polîtîkaya şîdetê li Ewropayê jî bimeşînin. -
Li Darmstadtê meşa li dijî faşîzma AKP'ê
Li bajarê Elmanya Darmstadtê, li dijî faşîzma AKP'ê meşek hat lidarxistin. -
Komîteya Rojava: Rojava hêvî da çepa Swêdê
Endamê Komîteya Rojava ya Swêdê Edvîn Marklûnd destnîşan kir, ku sîstema li Rojava hêvî û daxwaza têkoşînê da çepa Swêdê, ku di rewşeke bêdeng debû. -
Çapemeniya azad hînê dinivîsîne!
Di salên desthilatdariya AKP'ê de êrîşa herî berfireh a li hemberî çapemeniya azad, di sala 2011'an de pêk hat. Piraniya wan xebatkarên çapemeniya azad zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin û bi "çêkirina nûçeyan" hatin sûcdarkirin. -
Li Taxa Denîzlî ya Seyhanê xwerêveberî hat îlankirin
Meclîsa Gel a Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê jî xwerêveberî îlan kir û ragihand ku li hember polîtîkayên zext, înkar û îmhayê wê jiyanê bi hev re ava bikin. -
Li Dusseldorfê çalakiya kon
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û însiyatîfa jinan de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hat lidarxistin. -
Der barê Kişanak de îdîaname hat amadekirin
Der barê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak de bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” îdîaname hat amadekirin. -
YPG: Li Hesekê 2 şervanên me û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di êrîşa duh a li bajarê Hesekê de, 2 şervanên wan û 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
YDG-H: Pêwîst e em li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek
Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger got: “Em bang li tevayî ciwanên Kurd dikin ku di nav YDG-H’ê de xwerêveberiyên xwe yên mafekî meşrû ye biparêzin û li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek.” -
Demokratên Sosyal ên Swêdî: Pêwîst e Tirkiye şer bi dawî bike û vegere ser maseyê
Heyeta Swêdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lêkolîn kir, bang li hikûmeta Tirk kir ku bila şer rawestînin û ji nû ve vegerin muzakereyan. Heyetê got: “Divê êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê ne li hember Kurdan be, li hember DAIŞ’ê be.” -
Yuksekdag: Erdogan û AKP di polîtîkaya şer de israr dikin
Heyeta HDP, HDK, KCD û DBP'ê, piştî hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Li ser navê heyetê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û destnîşan kir ku AKP û Erdogan di polîtîka şer de israr dikin. -
Dev ji vê dînîtiyê berdin
Wezareta Karên Hundir, ji bo şehîdgehên li 14 bajaran werin rakirin fermanname ji walîtiyan re şand. Parlamenterên HDP'ê bal kişandin ser vê fermannameyê û gotin, "Encam wê giran be. Dev ji vê dînîtiyê berdin." -
Stenbol, Manîsa, Dîlok, Sêrt: 10 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin
Li Stenbol, Manîsa û Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin, li Dîlokê jî kesek hat girtin. -
Dewleta Tirk li fûara bazirganiya çekan hat şermezarkirin
Fûara bazirganiya çekan a li paytexta Îngilîstan Londonê hat protestokirin. Di çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Azad û Meclîsa Gelê Kurd de dirûşmên "Brîtanya, bes çekan bifiroşe Tİrkiyeyê", "Qirkirina li Kurdistanê bisekinînin" hatin qîrîn. -
Li Swêdê çalakiyên Kurdistaniyan
Li Swêdê, çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan bênavber dewam dikin. -
Baydemîr ji Meclîsê xwest qewimînên li Cizîrê lêkolîn bike
HDP'ê, der barê qetilkirina sivîlan li Cizîrê de, ji Meclîsê xwest lêkolînan bike. -
Mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê: Divê Ocalan azad bibe
Unite the Union, ji dewleta Tirk xwest ku li pêvajoya çareseriyê vegere û mercên azadiyê ji bo Ocalan biafirîne. -
Polîsan li Nisêbînê zarokek birîndar kirin
Polîsên Tirk li Nisêbînê zarokekî 14 salî ji lingê rastê û milê çepê birîndar kirin. -
Di bin dorpêçiya polîsan de çalakiya piştgiriyê ji bo Rojava
Çalakiya piştgirîdayîna Rojava, ku ji aliyê komên antî faşîst ên Swîsreyî ve hat organîzekirin, di bin dorpêçiya polîsan de pêk hat. -
Li Munchenê çalakiya ji bo Cizîrê
Li bajarê Elmanya Munchenê, bi mîtîngekê berxwedana Cizîrê hat silavkirin. -
Berxwedana Cizîrê li Madrîdê hat silavkirin
Li paytexta Spanya Madrîdê, bi armanca silavkirina berxwedana Cizîrê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk, meşek hat lidarxistin. -
Însiyatîfa Gel a Kurecîkê dest bi xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê kir
Ji bo xebatên hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, Kurecîkiyên li Dûîsbûrgê dijîn, dest bi xebatê kirin.