ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê didomin
Li Swîsreyê, xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bênavber didomin. -
Elçî: Lêpirsînên heqareta li Serokkomar zexta siyasî ye
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku lêpirsînên bi sûcdariya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Erdogan' tên vekirin, zexteke siyasî ye û anî ziman ku dadger jî di bin bandorê de tên hiştin. -
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li Dusseldorfê ku Komkujiya Parîsê hat protestokirin, daxwaza edaletê hat kirin. -
Li Parîsê çalakiya Edaletê
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome. -
Têkildarî qetilkirina zarokên bi navê Aydemîr û Arslan rapor
Heyeta saziyên civakî, der barê bûyerên Giyadînê de rapor amade kirin û diyar kirin ku Muhammed Aydemîr û Orhan Arslan hatine înfazkirin. Heyetê xwest biryara veşarî ya der barê dozê de bê rakirin. -
Nasnameya şervanekî hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir. -
DAIŞ'ê 5 sivîl revand
Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Cerce yê li herêma Babê, 5 sivîl revandin. -
Gelo dewletê li Dêrsimê çeka kîmyewî bi kar anî?
Guman hene ku artêşa Tirk di êrîşa hewayî ya li Dêrsimê de çeka kîmyewî bi kar aniye. Cenaze bi temamî şewitîne. Leşkeran di şerê 40 salan de tiştekî ku qet nekiribûn kirin; bi balafirê şewat vemirandin. -
Xebatên HDP'ê yên li derveyî welat bênavber dewam dikin
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên HDP'yiyan ên li derveyî welat bênavber dewam dikin. -
Welatên YE kota penaberan qebûl kir
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), kotaya penaberan a ji 120 hezar kesî ku ev çend hefte ne li ser diaxive, qebûl kir. -
Demîrtaş wê bi hilbijêrên li Elmanyayê re bicive
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarên Elmanya Berlîn, Koln, Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê wê beşdarî civînên ji bo piştgiriya HDP'ê bibe. -
Polîtîka şer a Erdogan wê li Parlamenta Swêdê bê nîqaşkirin
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh pêşniyarnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, polîtîka şer a AKP û Erdogan, li Parlamenta Swêdê were nîqaşkirin. -
Di 8 mehên destpêkê de 2,9 mîlyar lîre li şer hat xerckirin
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bibîr xist, ku di dema dijwarbûna polîtîkayên şer de gelekî qala 'tehsîsata sergirtî' hatiye kirin û destnîşan kir ku ev budçe nayê qebûlkirin. -
Polîsan li Gaziyê êrîşî meşa ji bo Guler hat lidarxistin kirin
Li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ji bo Fermandarê Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (BOG)’ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) meşek hat lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kirin. -
Li Îzmîrê kesên xwestin konê taziyê deynin hatin binçavkirin
Li Îzmîrê 40 kesên ku dixwestin ji bo yek ji fermandarên BOG'ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) ê li Rojava jiyana xwe ji dest dabû taziye deynin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Wezîrên HDP'yî îstifa kirin
Wezîrên HDP'yî Alî Haydar Konca û Muslum Dogan îstifa kirin. -
NATO: Divê pirsgirêk neyê kûrkirin
Sekreterê Giştî ya NATO'yê Jens Stoltenberg der barê êrîşên li ser PKK'ê, Tirkiye hişyar kir û got:"Mafê Tirkiye heye ku li hemberî êrîşan xwe biparêze. Lê divê ev di çarçoveya parastinê de bimîne û pirsgirêk neyê kûrkirin." -
'Agirbest', 'Aştî', 'Çareserî' - Cemal Şerîk
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bibîr xist ku tevgera azadiyê bersiva erênî daye banga agirbesta dualî, lê ji aliyê dewletê ve bersiva neyînî hatiye dayîn û ji xwediyên vê bangê xwest, xwedî li bangawaziya xwe derkevin. -
AKP û cerdevan êrîşî avahiyên HDP'ê dikin
Li Şirnex û Colemêrgê, derdorên AKP'yî û cerdevanan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin. Li Wanê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
'Azîz Guler di dilê gelan de neqişî'
Partiya Şoreşger ji bo fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler daxuyaniyek weşand. -
127 hezar hilbijêrên li Kolnê wê di 8'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan
Mîna beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Serkonsolosê Kolnê beriya hilbijartinên pêşwext ên 1'e Mijdarê jî çavdêr û nûnerên partiyên siyasî vehewand. Di civînê de li ser navê HDP'ê 3 kes amade bûn. -
HDP'ê li Bremenê civîna gel lidar xist
Li Bremenê, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinê bi civîna gel dewam kir. -
Ji KNK'ê konferansa pisporan
Bi hewldana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li paytexta Elmanya Berlînê wê bi beşdariya gelek zanyarên siyasetê, çavdêr, siyasetmedar û rojnamevanan 'konferansa pisporan' bê lidarxistin. -
'Ya ku Tirkiye dike sûcê şer e'
Êrîşa artêşa Tirk a li hemberî goristanên gerîlayên Kurd, li Elmanyayê rastî nerazîbûnan hat. Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek sûcê şer e. -
Ozsoy: Erdogan têk diçe, tevgera Kurd bi pêş ve diçe
Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Ozsoy di civîna gel a li bajarê Elmanya Hambûrgê de axivî û got, "Erdogan ê dîn-har bûye û têr nabe, berê 400 wekîl xwestibû, lê niha 550 wekîlên milî dixwaze. Tu yê bêjî qey weke HDP em ne milî ne û ji Marsê hatine."