Li Swîsreyê xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê didomin
Li Swîsreyê, xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bênavber didomin.
Li Swîsreyê, xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bênavber didomin.
Piştî rêze civînên gel ên hefteya derbasbûyî bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Dr. Hişyar Ozsoy li Zurîch û Lûzernê pêk hatin, wê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar ji bo konferans û civînên gel were Swîsreyê.
Sancar wê li zanîngehên Zurîch û Baselê beşdarî du konferansên cuda bibe. Piştî tevlîbûna li civîna gel a 26'ê Îlonê ya li St. Gallenê wê Sancar li Sangansê bi Asûrî-Suryaniyan re rûnê.
Di 27'ê Îlonê de wê li Zurîchê beşdarî 'kombûna gel' bibe û dûre tevî Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyan a Swîsreyê Cem Bîtnel û namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, beşdarî panela li Salona Dawetê ya Wînterthûr Paşa ya Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Swîsreyê bibe.
Sancar wê heman rojê beşdarî civîneke gel a li Navenda Civaka Giştî ya Bernê bibe û dawî li serdanên xwe yên li vî welatî bîne.