ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji HDP'ê li Elmanyayê rêze panel
HDP'ê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Ewropayê zêde dikin. Rêze civîn û panelên di 25'ê Îlonê de bi beşdariya Selahattîn Demîrtaş li Elmanyayê destpê kir, wê di 11'ê Cotmehê de wê bi dawî bibin. -
Polîsan li Sêrtê avêtin ser saziyên Kurdan: 8 binçavkirî
Li Sêrtê, polîsên Tirk avêtin ser avahiyên DBP, ÎHD, MEYA-DER û malên rêveberên van saziyan. Di serdegirtinan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. -
Ji HDP'ê li Başûrê Fransayê pêngava hilbijartinê
HDP a ku li hemû bajarên Başûrê Fransayê xwe bi rêxistin kiriye, vê hefteyê li gelek bajaran bi beşdariya parlamenteran çalakiyan lidar dixe. -
Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja duyemîn de ye
Greva birçîbûnê ya bi armanca ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li ber Konseya Ewropa destpê kir di roja duyemîn de ye. -
YPG: 9 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê êrîşî Çiyayê Kizwanan û Taxa Şêxmeqsûd dikin, şervanên YPG û YPJ’ê derbeyên giran li wan xistin. -
Desteya Çapemeniyê: Mafê gel e ji kîjan ajansê agahiyan werbigire
Desteya Çapemeniyê êrîşa korsan a li hember çapemeniya azad şermezar kir. Desteyê got: “Serdegirtinên bêperwa wê atmosfereke bêbaweriyê çêbike, aşkera ye ku wê çavtirsandin jî ti feydeyê nede.” -
Elewiyan li Hollanda lez dan xebatên hilbijartinan
Elewiyan li Hollandayê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinan. Elewiyên ji bo HDP dengên zêde bi dest bixe wê bixebitin; wezîfeyên serdanên malan, agahdarkirina hilbijêran, birina ser sindoqan, lidarxistina panel û semîneran wê werbigirin. -
Di merasîma cenazeyê polîs de li hember AKP’ê bertek hebûn
Li Edeneyê di merasîma cenazeyên polîsan de AKP’e hate protestokirin. -
Êrîşa li hemberî çapemeniya azad hat şermezarkirin
Rojnamevan û siyasetmedaran, serdegirtina polîsan a li hemberî çapemeniya azad protesto kirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku serdegirtin parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê ye û banga têkoşîna hevpar hat kirin. -
HDP li Parîsê bi ruhê seferbertiyê wê xwe amade bike
Li Parîsê bi tevlîbûna parlamenterên HDP’ê, civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de hat xwestin ku bi ruhê seferbertiyê xwe ji hilbijartinan re amade bikin. -
Li Sêrtê nobedê destpê kir, êrîşa leşkeran jî didome
Li Sêrtê, nobeda mertalên zindî ya li "ŞehîdGeha Resûl û Azîme" destpê kir. Li heman bajarî êrîşa leşkeran a li hemberî 'Şehîdgeha Xerzanê' didome. -
Li Nancy panela hilbijartinê
Li Nancy, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê panelek lidar xist. -
HDP dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Amedê dike
HDP, sibe dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê ya li Amedê dike. -
Polîsan li Bismilê zarokekî din qetil kirin!
Polîsên Tirk li Bismilê, zarokekî din ê bi navê Berat Guzel qetil kirin. -
Li Edeneyê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê di serdegirtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin. -
Nerazîbûnên li hemberî êrîşên li dijî çapemeniya azad zêde dibin
Êrîşên bi lêgerîn û binçavkirinan li hemberî saziyên çapemeniya azad ve tên kirin, rastî nerazîbûa rêxistinên civakî yên demokratîk tên. Nûnerên Bloka Aştiyê, DÎSK, KESK, ÎHD û TTB, banga piştgirîdayîna çapemeniya azad kirin. -
'Wê nikaribin me bêdeng bikin'
Xebatkarên DÎHA'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî çapemeniya azad dan û destnîşan kir ku ew ê rastiyan her binivîsînin. -
Onder: Veguhastina hilbijêr û sindoqan ji aliyê teknîkî ve nepêkan e!
Sirri Sureyya Onder bibîr xist ku di demên herî zehmet de jî hilbijartin li herêmên xwe hatine kirin û destnîşan kir ku ew ê ecanam hilbijartinê ya hikûmet dixwaze bi veguhastina hilbijêr û sindoqan bi dest bixe, pûç bikin. -
Dewleta Tirk êrîşî Şehîdgeha Xerzanê kir
Hat ragihandin, ku tîmên taybet û leşkeran êrîşî 'Şehîdgeha Xerzanê' ya li Bedlîsê kirine û gelek maşînên kar şandine herêmê. -
Dibe ku li Marsê av hebe
Li gorî aganîza daneyên ji aliyê maşîna fezayî Mars Reconnaissance Orbiter (MRO) a ji Marsê re hat şandin, dibetiya hebûna ava diherike ya li gersterêka sor, gelekî zêde ye. -
Heyeta HDP'ê li KE hevdîtinên girîng kir
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Demîrtaş, li Ewropayê hevdîtinên girîng kir. Seroka MPKE Brasseûr diyar kir ku ew ji rêveçûna li Tirkiyeyê bi fikar in û Komîserê Mafên Mirovan ê KE Mûîznîeks jî xwest agirbesta dualî bê ragihandin. -
Dogan: Rêveberiya dewletê li Kurdistanê têk çûye
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan got, "Li dijî dewleteke ji maf, hiqûq û edaletê bêpar, îlankirina xwerêveberiyê mafê herî xwezayî ye. Rêveberiya dewletê li Kurdistanê têk çûye." -
Ji binçavkiriyan 31 kes hatin berdan
Ji 32 kesên duh li Amedê di serdegirtina li saziyên çapemeniyê yên Kurd de hatin binçavkirin, 31 hatin berdan. -
ETHA û Evrensel banga piştevaniya bi çapemeniya Kurd re kirin
Saziyên muxalif li hemberî binçavkirin û zextên li ser çapemeniya azad helwest nîşan dan û banga piştgiriyê kirin. -
Demîrtaş: Ewropa HDP'ê dişopîne û destek dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku saziyên Ewropayê wer difikirin ku Erdogan ji bo ji pevçûnan qezenceke siyasî bi dest bixe ‘mase qulipandiye’ û diyar kir ku di mijara ewlekariya hilbijartinan de jî gumanên wan hene.