Polîsan li Bismilê zarokekî din qetil kirin!

Polîsên Tirk li Bismilê, zarokekî din ê bi navê Berat Guzel qetil kirin.

Bi fermana hikûmeta AKP'ê, hêzên ewlekariyê komkujiyên xwe yên li hemberî zarokan didomînin.

Li navçeya Amed Bismilê, piştî qetilkirina Elîf Şîmşek a 9 salî ya ji ber roketa polîsan li mala wan ket, îro jî zarokekî din hat qetilkirin.

Polîsên Tirk ên ji îro danê sibehê ve bi fîşekên rastî û bombeyên gazê êrîşî gel dikin, li Parka Halîl îbrahîm Orûç, zarokê bi navê Berat Guzel bi çekê kuştin.