ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanan li dijî şer û tecrîdê kon vedan
Bi armanca şermezarkirina bomberdûmana Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û protestokirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li bajarê Swêd Gavleyê du kon vedan. -
Li Stockholmê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê didomin
Komîteya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Swêdê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, didomîne. -
Demîrtaş: Li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye û diyar kir ku AKP bi tinehesibandina vîna gel re hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle. -
Çeteyên El-Nusra Şêxmeqsûd topbaran dikin: 2 jê zarok 3 mirî
Ji ber topbarana çeteyên Cebhet El-Nusra 2 zarok û welatiyekî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. -
Aktîvîteya piştevaniya bi HDP’ê re destpê kir
Li Leverkûsen bi tevlîbûna hezaran kesan aktîvîtiya piştevaniya bi HDP’ê re destpê kir. -
Demîrtaş, li Berlînê tevlî şeva piştevaniya bi HDP’ê re bû
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û xwest di 1’ê Mijdarê de dengên HDP’ê bên zêdekirin. -
DYA: Balafirên bêmirov ên Rûsya li Sûriyeyê dest bi keşfê kirin
Hat ragihandin ku balafirên keşfê yên Rûsya li Sûriyeyê dest bi xebatên keşfê kirine. -
Li Dûîsbûrgê xebatên hilbijartinê didomin
Kurecîkiyên li Dûîsbûrg û pêkhateyên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. -
'Divê bindest hemû dengê xwe bidin HDP'ê'
Li bajarê Saarbruckenê, ji bo destekkirina HDP'ê çalakiyek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Oker di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê xemsariya 'ji xwe em ji bendê derbas dibin' rû nede û heta roja dawî kar bê kirin. -
Cenazeyê Alya hat veşartin
Cenazeyê Alya Temel a li Elkê ji ber topbarana leşkeran jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
HDP: Divê AKP were ser hişê xwe!
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Beştaş diyar kir ku hewldana AKP'ê ya 'veguhastina sindoqan' sûc e. Beştaş destnîşan kir ku ev hewldan, ji bo hiştina HDP'ê di binê bendê de, nîşaneya hîleyên nû ye. -
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê li Hollandayê bi berfirehî didomin
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê, li Hollandayê bi berfirehî didomin. -
Kekê Guler: Eger nehêlin, em ê cenazeyê xwe biavêjin ser pişta xwe...
Malbat û parêzerên şehîdê Rojava Guler, ji bo wergirtina cenaze wê roja Duşemê careke din serlêdanê bikin. Kekê Guler Ersîn Ûmût Guler got, "Eger encam dernekeve, pêwîstî pê hebe em ê cenazeyên xwe biavêjin ser pişta xwe û ji derî derbas bikin." -
Polîsan fîşekên rastî bi kar anîn, ciwanan li ber xwe dan
Li Edeneyê, polîsan bi fîşekên rastî birin ser welatiyên ku polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê şermezar dikirin. Tevî 2 kesên birîndar bi giştî 5 kes hatin binçavkirin. Ciwanan li ber xwe dan û polîs ji taxa xwe qewirandin. -
Gerîlayan balafira keşfê ya Bayraktar xistin xwarê
Gerîlayên HPG/YJA Starê, duh saet di 17:00 de li herêma Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafireke keşfê ya artêşa Tirk a bi navê Bayraktar xistin xwarê. -
Sancar SP ziyaret kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ji bo konferansên akademîk û xebatên hilbijartinê li Swîsreyê ye, Partiya Sosyal Demokrat (SP) ziyaret kir. -
Li Hambûrgê xebatên ji bo hilbijartinê didomin
Pêkhateyên HDP'ê yên li bajarê Hambûrgê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê didomînin. -
Li Kervîgnac'ê panela piştevaniya Kurdan
Li rojavayê Fransayê bajarê Kervîgnacê, panelek piştgiriya bi gelê Kurd re hat lidarxistin. Di panelê de wênevan û senarîstên çûn Kurdistanê, axivîn. -
Festîvala Ivana Hoffmann destpê kir
Festîvala ji bo bîranîna şoreşgera enternasyonal Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê destpê kir. -
FARC-EP û dewleta Kolombiya ber bi çareseriya dawî ve diçin
Pêvajoya diyalogê û hevdîtinên di navbera FARC-EP û Kolombiyayê yên Cotmeha 2012'an li Oslo destpê kirin, di meha Mijdarê de li paytexta Kuba Havana dewam kirin. Bi vî rengî pêvajoya diyalogê veguherî muzakereyê. -
Demîrtaş: Xeyalê saltanatiya Erdogan wê 1’ê Mijdarê bi dawî bibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Krîstîan Jensen ve bi awayekî fermî hat dawetkirin, piştî hin rêze hevdîtinan li ber Parlamentoya Danîmarka xîtabî gel kir. -
Balafirên şer ên Tirk herêma Garê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk li hember qada Geliyê Şêran a li çiyayên Garê êrîşeke zêde ya hewayî pêk tînin. -
Di 15. Desteya Giştî ya KNK’ê de berxwedana Elkê hat silavkirin
Di 15. Desteya Giştî ya KNK’ê ku li paytexta Belçîka Brukselê didome, berxwedana gel a li Elkê ya li hember êrîşên dewleta Tirk didomin. -
Di Desteya Giştî ya KNK’ê de banga ‘xwedîderketina li Kobanê’
Nûnerê Kantonên Rojava Omer ê di Desteya Giştî ya KNK’ê de axivî, got ku pêwîst e di desteyê de ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê biryara kampanyayekê derkeve. Omer berxwedana gelê Bakur silav kir. -
Tarik Karaman li Îzmîrê hat defnkirin
Cenazeyê girtiyê edlî Tarik Karaman ê li girtîgeha Tîpa T a Fethiyê hat îdîakirin ku xwe şewitandiye, li navçeya Menemena Îzmirê hat definkirin.