Ciwanan li dijî şer û tecrîdê kon vedan
Bi armanca şermezarkirina bomberdûmana Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û protestokirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li bajarê Swêd Gavleyê du kon vedan.

Ciwanan wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, PYD û YPG'ê bi konan ve kirin. Ciwan ji Swêdiyên li bajarê Gavle re rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê vedibêjin, ji wan dixwazin ku li dijî polîtîkaya şer a dewleta Tirk derkevin û destekê bidin gelê Kurd.
Çalakî ji aliyê Komîsyona Ciwanan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavleyê ve tê organîzekirin. Ciwan bi armanca teşhîrkirina polîtîkaya şer a AKP'ê belavokan belav dikin.
Ciwanan dan xuyakirin ku heta şerê li Kurdistanê were qedandin û polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bê rakirin, ew bi biryar in çalakiyên xwe bidomînin û bang li hikûmeta Swêdê kirin, ku li hemberî AKP'ê helwestê nîşan bide. Ciwanan her wiha ji Kurdistanî û dostên wan jî xwest ku baldar bin û piştgiriya xwe ya ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd zêde bikin.