Di 8 mehên destpêkê de 2,9 mîlyar lîre li şer hat xerckirin
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bibîr xist, ku di dema dijwarbûna polîtîkayên şer de gelekî qala 'tehsîsata sergirtî' hatiye kirin û destnîşan kir ku ev budçe nayê qebûlkirin.
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bibîr xist, ku di dema dijwarbûna polîtîkayên şer de gelekî qala 'tehsîsata sergirtî' hatiye kirin û destnîşan kir ku ev budçe nayê qebûlkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Maliyeyê, di 8 mehên destpêkê yên vê salê de, ji bo qadên parastin û ewlekariyê 1.8 mîlyar lîre û ji 'tehsîsata sergirtî' jî 1.1 mîlyar lîre hatine xerckirin. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bibîr xist, ku di dema dijwarbûna polîtîkayên şer de gelekî qala 'tehsîsata sergirtî' hatiye kirin û destnîşan kir ku ev budçe nayê qebûlkirin.
Wezareta Maliyeyê lêçûnên mehên Tîrmeh-Tebaxê yên ji budçeyê aşkera kir. Ji bo ewlekarî û parastinê, di kirîna mal, kelûmel û wergirtina xizmetê de par bi giştî 949 mîlyon lîre hatibû xerckirin, lê di mehên heta niha yên îsal ev hejmar gihiştiye 1 mîlyar 890 mîlyon lîreyî.
Her wiha lêçûnên xizmeta veşarî ya ku di bin navê 'tehsîsata sergirtî' li cihên nediyar tê xerckirin, ji destpêka salê û vir ve gihaştiye 1 mîlyar 185 mîlyon lîre. Li aliyê din, encamên bikaranîna budçeyê ji bo mehên Tîrmeh û Tebaxê yên meha 2015'an û dema Çile-Tebaxê hatin aşkerakirin. Li gorî raporan, di budçeya Tîrmehê de 5.4 mîlyar lîre valahî derket.
Li gorî daneyan, piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got, 'Me pêvajoya çareseriyê cemidandine', derket holê ku di 8 mehên destpêkê yên salê de lêçûnên li qada ewlekarî û parastinê 1.8 mîlyar lîre û ji 'tehsîsata sergirtî' jî 1.1 mîlyar lîre hatine bikaranîn.
'BUDÇE, BELGEYEKE SIYASÎ YE'
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû der barê mijarê de ANF'ê re axivî û da zanîn ku budçe daneyên ji hin hejmarên li ser kaxizê hatiye nivîsandin, nîne.
Çerkezoglû da xuyakirin ku budçe, tercîhên polîtîk ên rêveberên welêt nîşan dide û got, "Ya rast, budçe yekser belgeyeke siyasî ye. Dema mirov li budçeya li Tirkiyeyê temaşe dikin dibînin, ku ji bo pêwîstiyên bingehîn ên gel ên weke tenduristî û perwerdeyê nehatiye bikaranîn. Tê dîtin ku para ji ewlekarî parastin bi giştî ji şer re hatiye veqetandin, gelekî mezin e. Di vê pêvajoya ku şerê navxweyî yê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat îlankirin dijwar dibe û amadekariyên vî şerî zêdetir dibin de, zêdebûna van lêçûnan jî tesadufî nîne."
'DIVÊ HESABÊ HER QURUŞÎ BÊ DAYÎN'
Çerkezoglû bibîr xist ku di demên dijwarbûna polîtîkayên şer de gelekî zêde qala 'tehsîsata sergirtî' tê kirin û got, "Kengî li welêt polîtîkayên şer dijwar bûn, hingî em tehsîsatên ji mîlaran dolarî dibînin. Pereyê qirêj ê li şer tê xerckirin, her tim ji aliyê desthilatdariya siyasî ve nayê aşkearkirin. Beriya her tiştî budçe; tiştekî ji aliyê gel ve hatiye afirandin e. Girîng ev zelal be û were aşkerakirin. Xerckirinên bi vî rengî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Divê her quruşê tê xerckirin, hesabê wê ji gel re were dayîn."
'EM NEÇAR IN BI HEV RE BIMEŞIN'
Çerkezoglû da zanîn ku ev xerckirin nayê qebûlkirin û got, "Beriya her tiştî ji bo polîtîkayên şer ên li welêt bi dawî bibin, divê desthilatdariya AKP û Qesrê ya destekdarê DAIŞ'ê û hemû çeteyên li Rojhilata Navîn e, ku polîtîkaya neo-lîberal bi rê ve dibe, were qedandin. Em neçar in van rastiyan bibîn û ji bo aştî û demokrasiyê li hemberî van polîtîkayên şer biparêzin, divê em bi hev re bimeşin."