Welatên YE kota penaberan qebûl kir
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), kotaya penaberan a ji 120 hezar kesî ku ev çend hefte ne li ser diaxive, qebûl kir.
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), kotaya penaberan a ji 120 hezar kesî ku ev çend hefte ne li ser diaxive, qebûl kir.
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), kotaya penaberan a ji 120 hezar kesî ku ev çend hefte ne li ser diaxive, qebûl kir.
Di encama nîqaşên dijwar ên duh li Brukselê di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Hundir ên YE de, li ser wergirtina 120 hezar penaberan li welatên endam, li hev hat kirin. Di dengdayîna li ser kotaya ku Komara Çek, Macarîstan, Slovakya û Romanya li dij derketin de, Fînlandiya bêalî ma.
Polonya jî ku heta hefteya dawî li dijî kota penaberan derdiket, ji bo pêkanîna kotayê ya ji aliyê piraniya endamên yekîtiyê ve hat qebûlkirin, dengê 'erê' bi kar anî.
120 hezar penaberên di çarçoveya kotayê de bên wergirtin, wê ji Sûriye, Iraq û Erîtreyê bin. Ev penaber jî wê ji nava penaberên di 2 salên pêş de serlêdana penaberiyê li Îtalya, Yewnanîstan û Macarîstanê kiribin, werin hilbijartin.
Welatên Ewropayê, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve li hejmara herî zêde ya penaberan rast hat. Weke rawestgeha destpêkê penaber tên Yewnanîstan û Îtalyayê û van welatan bi giranî ji bo transîtê bi kar tînin.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji bo nehêle penaber bi tenê li çend welatan bicivin, beriya niha sîstemeke kota ya ji 40 hezar kesî ava kiribû. Nîqaşên li ser vê kotayê jî bi mehan dewam kiribûn û di hefteya bihurî de li ser li hev hatibû kirin.
Di çarçoveya kotayê de wê penaber, li gorî nifûsa welatên endam li van welatan bên belavkirin.