AKP û cerdevan êrîşî avahiyên HDP'ê dikin
Li Şirnex û Colemêrgê, derdorên AKP'yî û cerdevanan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin. Li Wanê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Li Şirnex û Colemêrgê, derdorên AKP'yî û cerdevanan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin. Li Wanê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Êrîş û operasyonên binçavkirinê yên hikûmeta AKP'ê di çarçoveya konsepta şer de li hemberî HDP'ê dimeşîne, dewam dikin. Li Şirnex û Colemêrgê, derdorên AKP'yî û cerdevanan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin. Li Wanê jî 4 kes hatin binçavkirin.
ŞIRNEX
Li bajarokê Gitê yê ser bi navçeya Şirnex Silopiyayê, cerdevanên ku mirina keyayê Taxa Cûmhûriyetê Osman Înal ê di heman demê de cerdevan e kirin hincet, êrîşî avahiya HDP'ê kirin. PiştÎ demekê cerdevan ji ber avahiyê çûn. Rewşa aloz a li bajarok didome.
COLEMÊG
Avahiya HDP'ê ya Bajarokê Rûbarokê yê navçeya Colemêrg Şemzînanê, duh bi şev hat şeiwtandin. Avahiya HDP'ê zerakek mezin dît û gelek malzeme şewitîn. Li ser mijarê Hevserokê HDP'ê yê Rûbarokê Cabbar Taş diyar kir ku avahiya wan ji aliyê rêveberiya AKP'ê û şaredar ve hatiye şewitandin. Taş anî ziman ku avahiyên wan bi rêk û pêk tên şewitandin û got: "10 roj berê civîn pêk anîn û biryar girtin. Rêveberiya AKP'ê û Şaredarê AKP'î şevê din avahiya me ya Rûbarokê şewitandin."
WAN
Li navçeya Wan Artemêtanê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encama serdegirtinê de rêveberên HDP'ê yên Artemêtanê Hadî Erol, Nezîr Topçûoglû, Aldulcebbar Serbest û Şukru Tekîn hatin binçavkirin. Sedama binçavkirina rêveberên HDP'ê nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Artemêtanê.