Li Îzmîrê kesên xwestin konê taziyê deynin hatin binçavkirin

Li Îzmîrê 40 kesên ku dixwestin ji bo yek ji fermandarên BOG'ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) ê li Rojava jiyana xwe ji dest dabû taziye deynin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê 40 kesên ku dixwestin ji bo yek ji fermandarên BOG'ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) ê li Rojava jiyana xwe ji dest dabû taziye deynin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê endamên Partiya Şoreşger xwestin li Taxa Alsancakê ji bo yek ji fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) taziye deynin lê kom rastî êrîşa polîsan hat.

Di êrîşa polîsan de nêzî 40 kesî hatin binçavkirin. Polîsan, kesên binçavkirî di heman demê de derb kirin û ew birin midûriyeta polîsan.