Çapemeniya azad hînê dinivîsîne!

Di salên desthilatdariya AKP'ê de êrîşa herî berfireh a li hemberî çapemeniya azad, di sala 2011'an de pêk hat. Piraniya wan xebatkarên çapemeniya azad zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin û bi "çêkirina nûçeyan" hatin sûcdarkirin.

Hikûmeta AKP'ê, ji sala 2003'an dema destpêkirina desthilatdariya xwe û vir ve, medya navendî, bi sûdwergirtina ji karaktera sermayedar a rêveberan re, ist bin kontrola xwe. Bi xwedîderketina li kevneşopiya Tansû Çîller re çapemeniya azad jî hedef girt û her çend encam bi dest nexist jî, bi hemû hêza xwe êrîşên xwe dewam dike.

ROJNAMEVANÊN BI ÇÊKIRINA NÛÇEYÊ HATIN SÛCDARKIRIN Û 3 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MAN

AKP'ê di salên desthilatdariya xwe de êrîşa herî mezin a li hemberî çapemeniya azad, di Kanûna 2011'an de pêk anî û gelek hempîşeyên me girt.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aiyê 9. Dadgeha Ceza ya Stenbolê ve hat meşandin de, hema hema temamiya wan ji xebatkarên çapemeniya azad zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin. Û ev kes bi 'çêkirina nûçeyan' hatin sûcdarkirin. Ji beşdariya weşanên zindî yên televîzyonan heta hemû xebatên pîşeyî, hemû weke sûc hatin dîtin. Bi giştî 36 rojnamevan bi îdîaya "Çapemeniya KCK'ê" û "Endametiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin û girtin.

Xebatkarên çapemeniya azad di pêvajoya dadgehê de tawîz nedan. Di mafê xwe yê parastina bi Kurdî de israr kirin.

Çîgdem Aslan û Oktay Candemîr, li gorî rewşa "dibe ku wesfa sûcê li wan tê kirin bê guhertin" di 16'ê Mijdara 2012'an de hatin berdan, Îsmaîl Yildiz, Pervîn Yerlîkaya, Zûhal Tekîner, Ziya Çîçekçî, Çagdaş Kaplan, Omer Çîftçî û Saffet Orman jî di 8'ê Sibata 2013'an de hatin berdan. Di rûniştina 15. a 26'ê Nîsana 2013'an de Zeynep Kûray û Sadik Topaloglû, di 19'ê Hezîrana 2013'an de di rûniştina 18. de Omer Çelîk û Selahattîn Aslan hatin berdan. Îfran Bîlgîç û Fatma Koçak di 27'ê Îlona 2013'an de hatin berdan. Di 6'ê Kanûna 2013'an de NÎlgun Yildiz, di 14'ê Çileya 2014'an de Nahîde Ermîş hatin berdan. Di 3'ê Adara 2014'an de Ayşe Oyman, Sîbel Guler û Dîlek Demîral ji bo bi awayekî negirtî werin darizandin hatin berdan. Semîha Alankûş, Nevîn Erdemî,r, Kenan Kirkaya, Mazlûm Ozdemîr, Mehmet Emîn Yildirim, Huseyîn Denîz, Haydar Tekîn, Şehmûs Fîdan jî di 27'ê Adara 2014'an de hatin berdan. Girtiyên dawî Ramazan Pekgoz, Nûrettîn Firat, Tûrabî Kîşîn, Yuksel Genç, Davût Ûçar, Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût jî di 12'ê Gulana 2014'an de hatin berdan.

ERDOGAN  BÛ DEWAMA ÇÎLLER

Rêbaza înfazê ya di salên 90'î de ji bo bêdengkirina çapemeniya azad hat bikaranîn, vê carê di dema AKP'ê de par xwe da der. Kadrî Bagdû, rojnameya Azadiya Welat belav dikir. Di 14'ê Cotmeha 2014'an de danê sibehê, rastî êrîşa çekdarî ya kes-kesên bi motorsîkleteke bi rengê sor hat. Bagdû yê rakirin Nexweşxaneya Acibadem a Edeneyê, saet di 16:30 de jiyaan xwe ji dest da.

Rojnamevana Amerîkî ya bi eslê xwe Îranî Srenna Shîm, di 2014'an de dema ji bo şopandina çalakiyên Kobanê li Rihayê bû, di encama qezayeke trafîkê ya bi guman de jiyana xwe ji dest da. Shîm di daxuyaniya xwe ya berî rojekê de ragihandibû ku sûcdariya sîxuriyê li wê tê kirin û gef lê tê xwarin.

Rojnamevan Denîz Firat heman salê, di dema êrîşa DAIŞ a desteka xwe ya cebilxaneyê ji AKP'ê digire, li Wargeha Mexmûrê ji ber parçeyên bombeyê jiyana xwe ji dest da.

LI GORÎ ARINÇ EM 'MAKÎNEYA SÛC' IN!

AKP'ê di nava vê salê de jî bi hemû hewldan, zext û hedef nîşandanê re hewl da dor li çapemeniya azad bigire.

24'ê Tîrmehê roja pêşwazîkirina Cejna Çapemeniyê bû. Alîkarê Serokwezîrê Tirk û Berdevkê Hikûmeta Demî Bulent Arinç di bernameya televîzyonekê de bi awayekî vekirî rojnameyên Ozgur Gundem û Evrensel hedef nîşan da: "Di destê min de dosyayek heye, lê dem nemaye. Binêrin nîşanî we bidim. Gelek rojname ku Ozgur Gundem û Evrensel di nav de hene, pêwîstî pê nîne navên yên din bijmêrim. Ev makîneya sûc in. Eger em dozê li hemberî van vekin, wê di nava cezayan de bifetisin. Gotinên ku pesnê çalakiyên rêxistina terorê didin, bi kar tînin. Bi hin navan re gotaran dinivîsînin. Lê belê em li hemberî wan dozan vekin, wê dozan jî bi kar bînin. Dîsa wê heman tiştan binivîsînin."

TIRKIYE DI NAVA 180 WELATAN DE DI RÊZA 154. DE YE

Di dema AKP'ê de, ku çapemeniya azad rastî êrîşên giran dihat de Arinç Wezareta Dewletê ya ji Çapemeniyê Berpirsyar bi rê ve dibir. Di vê dem ê de zêdeyî 100 rojnamevan hatin girtin. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) da xuyakirin ku Rêza Çapemeniya Azad a Cîhanê ya sala 2014'an de, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 154. de ye. Û ji Tirkiyeyê re got, "girtîgeha herî mezin a rojnamevanan." Saziya nêrînê ya navenda wê li Washîngtonê ye Freedom House jî bi daneyeke din ev rewş piştrast kir.

Li jêrê em ê balê bikişînin ser binpêkirinê ji sala 2003'an û pê ve rû dane. Lê belê beriya wê, girîng e beriya wê Tîrmeha 2015'an were nirxandin. Dema konsepta şer a AKP'ê ket meriyetê, li hemberî çapemeniya azad jî 'operasyona qedexeyê' ya mezin bi cih hat anîn. Malperên înternetê yên ANF, DÎHA, ANHA, Rojnews, rojnameya Ozgur Gundem, ETHA, sendika.org, bi sedan rojname, ajans û malperên înternetê hatin sekinandin. Vê qedexeyê jî di 24'ê Tîrmehê roja destpêkirina êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir. Fermana qedexekirinê ya AKP'ê ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ve yekser bi cih hat anîn.

Me hewl dan binpêkirinên azadiya çapemeniyê yên di dema desthilatdariya AKP'ê de hatin kirin, berhev bikin.

BÎLANÇO

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Civata Rojnamevanên Azad) bîlanço bi vî rengî ye:

2003

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 66
Rojanmeyên hatin berhevkirin: 10 (Giştî 37)
Rojnameyên hatin girtin: 8 (Giştî 192 roj)
Organên weşanê û rojnameyên hatin girtin: 30 (rojname, buroya kovarê, navenda çand û hunerê)

2004 (6 MEHÊN DESTPÊKÊ)

Televîzyon û radyoyên weşana wan ji aliyê RTUK ve hatin sekinandin: 15
Hejmara rojên televîzyon û radyo girtî bimînin: 135
Pirtûkên hatin berhevkirin: 3
Rojname, kovarên hatin berhevkirin: 12
Kovar, rojnameyên weşana wan hat sekinandin: 22
Rojnamevanên hatin girtin: 3
Organên weşanê û rojnameyên rastî zextê hatin: 20

2005

Cezayên ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin
Rojnameya Ozgur Gundem (50000 YTL)
Rojnameya Azadiya Welat (Bi hinceta propaganda rêxistina derveyî qanûnê, li 7 hejmarên wê doz hatin vekirin)

2006

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 29
Weşanên hatin berhevkirin: 22
Organên weşanê yên rastî êrîşê hatin: 3
Malperên weşana wan hat astengkirin: 1

2007

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 4 mirî (Hrant Dînk-Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê, xebatkarên Weşanxaneya Zîrve Necatî Aydin, Ûgûr Yuksel, Tîlmann Geske), 20 birîndar
Rojnameyên hatin berhevkirin û qedexekirin: 31
Rojnameyên rastî zextê hatin: 6 buroyên rojnameyê
Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 6 birîndar
Rojnameyên hatin berhevkirin û qedexekirin: 13
Rojnameyên weşana wan hat sekinandin: 38
Rojnameyên rastî serdegirtinê hatin: 9 buroyên rojnameyan

2008

Weşanên hatin berhevkirin: 13 rojname, 11 kovar
Organên weşana wan hat sekinandin: 38 rojname, 7 kovar, 1 televîzyon
Malperên înternetê yên hatin astengkirin: 46
Organên weşanê û rojnameyên rastî zextê hatin: 11

2009

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 2 mirî, 10 birîndar
Rojnameyên hatin berhevkirin: 10 rojname bi giştî 27 caran hatin berhevkirin
Rojnameyên rastî serdegirtinê hatin: 11 buroyên rojnameyan

2010

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 7 birîndar
Rojnameyên hatin berhevkirin: 5 rojname bi giştî 8 caran hatin berhevkirin
Rojnameyên rastî serdegirtinê hatin: 1 navenda giştî ya rojnameyê, 1 nûnertiya rojnameyê

2011

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 2 birîndar
Rojnameyên hatin berhevkirin: 7 rojname bi giştî 11 caran hatin berhevkirin
Rojnameyên rastî serdegirtinê hatin: 10 nûnertiyên rojnameyan, 1 navenda giştî ya rojnameyê

2012

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 3 birîndar
Rojnameyên hatin berhevkirin: 7 rojname bi giştî 13 caran hatin berhevkirin
Rojnameyên weşana wan hatin sekinandin: 2 rojname, bi mehekê weşana wan hat sekinandin
Rojnameyên rastî serdegirtinê hatin: 1 navenda giştî, 3 nûnertiyên rojnameyan

2013

Rojnamevanên rastî êrîşê hatin: 36
Pêkanîna xerab-îşkence ya li hemberî rojnamevanan: 150
Îdîayên gef û qeydkirina rojnamevanan: 20
Yên hatin binçavkirin: 87
Rojnamevan, nivîskar û belavkarên li girtîgehan tên ragirtin: 86
Yên hatin girtin: 16
Rojnamevanên ketin ber lêpirsînê: 13
Rojnamevanên der heqê wan de doz hat vekirin: 44
Rojnamevanên ceza li wan hat birîn: 64
Rojnamevanên, karê wan ê şopandina nûçeyê hat astengkirin: 38
Organên çapemenî-weşanê yên rastî serdegirtin an jî êrîşê hatin: 3
Weşanên hatin berhevkirin û qedexekirin: 57

2014

Belavkarên rojnameyê yên girtî û hikumxwar: 10
Rojnameyvanên girtî û hikumxwar: 21
Rojnameyên hatin cezakirin: 3
Rojnameyên mohr li wan hat xistin: 5
Rojnamevanên hatin kuştin
Daxwaza girtinê. Der heqê Midûrên Karên Nivîsê yên Rojnameya Azadiya Welat de, ji bo 157,5 salan di girtîgehê de werin ragirtin, doz hatin vekirin
Der heqê Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Gundemê Reyhan Çapan de, ji bo 45 salan li girtîgehê were ragirtin, doz hat vekirin
Li Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Demokratîk Ûlûs, ji bo bi 90 salan bê cezakirin, doz hat vekirin.