ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meşa faşîstan a li Essenê ji aliyê Kurd û Elmanan ve hat astengirin
Li Essenê meşa faşîstan ji aliyê Kurd û Elmanan ve hat astengkirin. -
Faşîstan hewl dan êrîşî çalakiya nobetê bikin
Faşîstan hewl dan êrîşî çalakiya Nobetê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê, bikin. -
Li deryaya Egeyê karesateke nû ya koçberan: 28 kesan jiyana xwe ji dest dan
Keştiyeke ku koçber têde, li ber peravên Yewnanîstanê noqî avê bû. Rayedarên Ewlekariya Peravê, diyar kirin ku di qezayê de herî kêm 28 kes mirine. -
Li hember Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rotterdamê hewldana êrîşê
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê li hember Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, faşîstan hewl dan êrîşekê pêk bînin. -
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Kongreya xwe li dar xist
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê 1. Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Ji bo Hevserokatiya Rêxistina Bajêr Bîrsen Kaya Altinors û Îbrahîm Bînîcî hatin hilbijartin. -
Li Elmanya û Japonyayê xwedîderketina li Cizîrê
Li bajarê Elmanya Berlîn û li bajarê Japonya Saîtamayê, komkujiya li Cizîrê hat şermerzarkirin û banga piştgiriyê ji bo gelê Cizîrê hat kirin. -
Polîsan êrîşî gelê dixwest ji Ofîsê biçe Sûrê kirin
Polîsên Tirk, cara duyemîn bi fîşekên rastî êrîşî gelê dixwest ji Semta Ofîsê biçe Sûrê kirin. -
"Divê Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn"
Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de banga agirbesta dualî hat kirin û hat xwestin, Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. -
Heyeta Kurd beşdarî civîna Dîe Lînke ya eyaleta Sachsenê bû
Di civîna Partiya Çep a Elman Dîe Lînke ya eyata Sachsenê de, li ser navê Meclîsa Gel a Dresdenê heyetek ji pênc kesan amade bû. -
Li Kolnê 3 hezar kes ji bo Cizîrê meşiyan
Girseya gel a li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daket kolanan, bi yekdengî dirûşma "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya, berxwedana gelê Cizîrê silav kir û lenet li hikûmeta AKP'ê anî. -
Li 3 taxên Farqînê qedexeya derketina derve
Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, derketina derve hat qedexekirin. -
Li Strasboûrg, Kîel û Toronto desteka ji bo Cizîrê
Li bajarê Elmanya Kîel, bajarê Fransa Strasboûrg û bajarê Kanada Torontoyê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û destek dan berxwedana Cizîrê. -
Polîsê Tirk li Sûrê kesekî din birîndar kir
Polîsên Tirk ên li Sûrê dest bi êrîşê kirine, Rojavayiyek birîndar kirin. -
Hêzên dewleta Tirk êrîşî Sûrê kirin
Walîtiya Amedê li navçeya Amed Sûrê derketina derve qedexe kir. Li dû ragihandina qedexeyê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk dor li navçeyê girtin û êrîş kirin. -
Êrîşên AKP'ê li Ewropayê hatin protestokirin
Êrîşên AKP'ê yên li Cizîrê li gelek bajarên Ewropayê bi girseyî hatin şermezarkirin. Girseyên gel ên li Basel, Parîs, Oslo, Stûttgart û Mannheîmê derketin kolanan, berxwedana li Cizîrê silav kirin û êrîş protesto kirin. -
Faşîstan êrîşî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amsterdamê kirin
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, nîjadperestên Tirk êrîşî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kirin. -
Di êrîşa faşîstan a li Bernê de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn
Li Bernê, rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê UETD bi armanca provokasyonê, mîtînga 'li dijî terorê' lidar xist. Kurdan û dostên wan jî li dijî vê provokasyonê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Ji ber êrîşa faşîstan 1 jê giran 4 kes birîndar bûn. -
Li Den Haag meşa ‘Em bi te re ne Cizîrê, wê berxwedan qezenc bike’
Li bajarê Den Haag ê Hollanda li ber Sefaretxaneya Tirk, bi şîara “Em bi te re ne Cizîrê, wê berxwedan qezenc bike” meşek hat lidarxistin. -
Li Lyon êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi girseyê hatin protestokirin
Li bajarê Lyon ê Fransa, êrîşên AKP’ê yên li Cizîrê bi mîtîngekê hatin protestokirin. Mîtîngeke ku Komeleya Çandê ya Mezopotamya ya Lyon û Navenda Çandê ya Elewiyan a Lyon organîzekirin pêk hat. -
Êrîşên li hemberî Cizîrê li Aachen bi meş û mîtîngekê hatin protestokirin
Êrîşên AKP’ê yên di serî de li Cizîrê li tevayî Kurdistanê li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi girseyî hatin protestokirin. -
Li Amsterdamê êrîşên li Cizîrê hatin protestokirin
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê endamên Meclîsa Jinên Kurd a Rojbîn êrîşên li hember Cizîrê şermezar kirin. -
Jinan li Viyana ji bo Cizîrê çalakiya rûniştinê li dar xistin
Li paytexta Viyana Awûstûrya, di pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA de bi sedan Kurdistaniyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li hember Kurdistanê çalakiya rûniştinê pêk anîn. -
Bi sedan kesan li Dresden êrîşên li hember Cizîrê şermezar kirin
Bi sedan kesên li Dresden hatin gel hev, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi meş û mîtîngekê protestokirin. -
Li Wuppertal êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê hatin protestokirin
Êrîşên li hember Cizîrê li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê hatin protestokirin. Kurdistan û dostên wan li City Arkaden kom bûn, komkujiyên derveyî mirovatiyê yên Erdogan û AKP’ê li Cizîrê pêk anîn hatin protestokirin. -
Li Essen êrîşên li Hannover û Bern tên protestokirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê birîndarkirina civanekî û li bajarê Bern ê Swîstreyê êrîşa li hember girseya meş li dar dixist, li bajarê Essen ê Elmanya hat protestokirin.