ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo koçberan maseya krîzê hat avakirin
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, ji bo koçberan maseya krîzê ava kirin. -
Li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Kiriklarê îşkenceya du kelepçeyan
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Kiriklarê tên ragirtin, li salonên bendemayînê yên li nexweşxaneyan û li ser rêya polîklînîkan rastî pêkanîna du kelepçeyan tên. -
'Deng ji partiya azadîparêziya jinê re'
Saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku AKP bi tinehesibandina destûra bingehîn û hiqûqê re, bi zilm û şerê li dijî daxwaza guhertinê ya gel, Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de dixe nava hilbijartineke pêşwext. -
Li Meletiyê jî êrîşî avahiya HDP'ê kirin
Li Meletî komeke nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Meletiyê kir. -
Faşîst êrîşî avahiya HDP’ê ya Bagcilar dikin
Hat ragihandin ku komeke faşîst a nêzî 500 kesan êrîşî avahiya HDP’ê ya Bagcilar dike. -
Otobusa HDP’yî ji Îzmîrê dibir Cizîrê hat desteserkirin
Polîsan otobusa heyeta HDP'ê ya ji bo piştevaniya gelê Cizîrê ji Îzmîrê ber bi Cizîre ve ket re desteserkirin. -
OGC’ê êrîşên li hember çapemeniyê rexne kir
OGC’ê bal kişand ku ji êrîşên li hember çapemeniyê AKP berpirsyar e. -
Bûldan ve Balûken: Tevî êrîşan jî em ê meşa xwe bidomînin
Serokwekîlên Koma HDP’ê li hemberî êrîşên li ser partiya wan bertek nîşan dan. Di daxuyaniyê de peyama, “Wê meşa aştî, azadî û biratiyê ya HDP’ê bi biryar bidome. " hat dayin. -
Destûr nayê dayîn karker û wekîla HDP'ê Huda Kaya bikevin nava Cizîrê
Rêveberên Sendîkaya Genel Îş'ê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya hewl didin xwe bigihînin nava Cizîrê, lê destûr ji wan re nayê dayîn. -
Hêzên dewletê li Cizîrê kesekî din birîndar kirin
Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê gule berdan lingê Abdullah Ocalan (30) û ew birîndar kirin. -
Êrîşên nîjadperest ên li dijî HDP'ê destpê kirin!
Li hin bajarên Tirkiyeyê êrîşên nîjadperestî yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rû dan. Ji ber êrîşên nîjadperestî, avahiyên partiyê xisar dîtin. -
Cenazeyên leşkeran hînê li qada şer in, artêş nikare rake
Tankek, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî yên di çalakiya li hemberî artêşa Tirk de hatin rûxandin û cenazeyên gelek leşkeran ên di vê çalakiyê de hatin kuştin, hînê di bin kontrola gerîla de ne. -
Wekîlên HDP'yî: Xwedî li gelê Cizîrê derkevin!
Wekîlên HDP'yî yên li Cizîrê ne gotin, "Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin, ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin." -
Li Cizîrê ciwanekî din jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê, ciwanê bi navê Osman Çagli yê bi guleya segvanan birîndar bû, ji ber ku polîsan nehiştin wî rakirin nexweşxaneyê xwîn ji ber çû û jiyana xwe ji dest da. -
KJA: Di 8-9'ê Îlonê de em li Cizîrê bicivin
KJA'yê bang li her kesî kir ku di 8-9'ê Îlonê de li Cizîrê bicivin. -
HDP: Bi vê ferasetê re welat nayê birêvebirin, çareserî nepêkane
HDP'ê nerazîbûn nîşanî konsepta şer a AKP'ê da û xwest, tavilê çek bêdeng bibin û gav were avêtin. -
Hêrsa li dijî AKP'ê, desteka ji bo xwerêveberiyê
Beşdarên 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji ber polîtîkayên şer hêrsa xwe ya li hemberî AKP'ê anîn ziman û destek dan xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin. -
Ji HDP'yiyan li Hollandayê civîna '1'ê Mijdarê'
Li bajarê Hollanda Den Haagê, HDP'yiyan civîna gel lidar xistin û lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê. -
Li Kîelê komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê hatin avakirin
Li Kîelê, ji bo xebatên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê hatin avakirin. -
Malpera DÎHA'yê cara 11. hat girtin
Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ku 10 caran malperên DÎHA'yê girt, danê vê sibehê jî weşana malpera www.diclehaberajansi.info asteng kir. -
Di sala 1992'an de 7 kes ji malbata xwe, duh bi şev jî keça xwe winda kir
Ramazan Çagirga, di sala 1992'an de ji ber guleya topê li mala wî ket ji malbata xwe 7 kes winda kir. Duh bi şev jî keça wî ya 10 salî Cizîra Botan a jê re digot 'hevrêya min' hat qetilkirin. -
Li St. Poltenê xebatên komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê destpê kirin
Li bajarê Awûstûrya St. Poltenê, komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin û starta xebatan hat dayîn. -
Li Nurnbergê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi beşdariya pêkhateyen HDP'ê civînek hat lidarxistin û starta xebatên hilbijartinê hat dayîn. -
Li Gazî terora polîsên tîmên taybet
Polîsên tîmên taybet li Taxa Gazî derdorê gulebaran dikin. Li mirovan didin û wan binçav dikin. -
HDP: 6-7’ê Îlonê yek ji rûpelên şermê ya dîroka Tirkiyeyê ye
HDP’ê diyar kir ku 6-7’ê Îlonê şerma dîroka Tirkiyeyê ye û banga têkoşîna wekhevî, aştî û azadiyê kir.