Li Nurnbergê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi beşdariya pêkhateyen HDP'ê civînek hat lidarxistin û starta xebatên hilbijartinê hat dayîn.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi beşdariya pêkhateyen HDP'ê civînek hat lidarxistin û starta xebatên hilbijartinê hat dayîn.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi beşdariya pêkhateyen HDP'ê civînek hat lidarxistin û starta xebatên hilbijartinê hat dayîn. Di civînê de li ser rê û rêbazên xebata ji bo hilbijartinê ya li Nurnberg, derdora wê û Eyaleta Thurîngenê de nîqaş hatin meşandin.
Di civînê de komîsyona hilbijartinê ya ji 46 kesan a ji dildaran hat avakirin. Her wiha koordînasyonek ji 8 kesan hat avakirin.
Hat ragihandin, ku li gorî agahiyên ji aliyê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Nurnbergê ve hatiye dayîn, li herêma Bavyera 64 hezar hilbijêr hene û di hilbijartinên beriya niha de bi tenê ji sedî 30 ê van hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Hat destnîşankirin ku HDP herî kêm bi destxistina 5400 dengan ji vê herêmê dike hedefa xwe.
Piştî plansaziyeke berfireh, koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê ya Nurnbergê dest bi xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê kir.