Li Bismilê li dijî berxwedanê "qedexeya derketina derve"

Walîtiya Amedê, li Bismilê "qedexeya derketina derve" îlan kir.

Walîtiya Amedê, li taxên Ûlûturk, Tekel, Dûmlûpinar û Firat ên navçeya Amed Bismilê, ji saet 14:00 û pê ve derketina derve "qedexe" kir.

Li aliyê din, ji bo destekirina berxwedana li navçeya Şirnex Cizîrê, çalakiyên li Bismilê dewam dike. Di çalakiyên li taxên Ûlûturk, Tekel, Dûmlûpinar û Firatê destpê kirin de, hemû rêyên taxan ji aliyê ciwanan ve hatin girtin. Ciwan li dijî êrîşan ketin pozîsyona xweparastinê.