Li Hagenê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin
Li bajarê Elmanya Hangenê, pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Hagenê ava kirin.
Li bajarê Elmanya Hangenê, pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Hagenê ava kirin.
Di nava koordînasyonê de tevî hemû pêkhateyan û koordînasyona ji 6 kesan, 65 kes cih digirin. Her wiha Meclîsa Jinê ya Rojbîn jî wê bi komîsyonek ji 16 kesan, destekê bide xebatên vê komîsyonê.
Ji berdevkên koordînasyonê Abdullah Tûnç bang li mirovên hestyar ên li derdora Hagenê dijîn kir ku bi ruhê 7'ê Hezîranê beşdarî xebatên ji bo hilbijartinê bibin û anî ziman ku ew dixwazin bi 2500 kesan xebatên hilbijartinê bimeşînin.
Koordînasyona HDP'ê ya Hagenê diyar kir ku ji ber wexta kêm, ew ê medya civakî gelekî zêde û bi aktîf bi kar bînin.