ROJANE
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."
Di bîranînên ku bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin de, wiha hat gotin, “Em ê têkoşîna wan a azadiyê her tim bidomînin.”
Hemû Nûçe
-
-
78 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 298 kes hatin girtin
HDP'ê diyar kir ku di navbera 17'ê Hezîran-16'ê Tebaxê de 78 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. HDP'ê got, "Di operasyonên binçavkirinê yên heman piştî 7'ê Hezîranê destpê kirin de, heta 26'ê Tebaxê 1.628 kes hatin binçavkirn, 298 kes hatin girtin."
-
Di doza Erkan Kaya de pêşî li vekirina lêpirsînê vebû
Di doza girtî Erkan Kaya yê 24 salî de, ku li Girtîgeha Mûglayê şewitî û jiyana xwe ji dest da, Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana malbatê ya li ser binpêkirina mafê jiyanê û venekirina lêpirsîneke bi bandor, qebûl kir.
-
Bîlîcî: Ji zilmê re bêdeng nemînin
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Bîlîcî, xwest AKP tavilê dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne û derbasî muzakereyan bibe. Bîlîcî anî ziman ku xwerêveberî rewa ye û ragihand ku wek Saziyên Civaka Sivîl ên li Amedê wê di asta navneteweyî de hevdîtinan bikin.
-
-
HDP: Divê AKP dest bi muzakereyê bike
HDP'ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê aşkera kir û got, "Divê AKP, xeta 'heta dawiyê şer' a rê li ber êş û berdêlên giran vekir biterikîne û li xeta çareseriya muzakere û diyalogê vegere."
-
-
Li Cizîrê dikan nehatin vekirin
Li Cizîrê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, esnafan dikanên xwe venekirin û xebatkarên tenduristiyê neçûn nexweşxaneyê.
-
-
-
-
-
Tuzel, wê di hikûmeta demkî de cih negire
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel ê ji bo hikûmeta demkî teklîfa wezîrtiyê jêre hat şandin got: “Demkî jî be em rast nabînin di vê hikûmetê de cih bigirin.”
-
-
-
-
-
-
-
Rapora Farqînê: Dewlet gefê li jiyana gel dixwe
Rêxistinên civakî yên sivîl, rapora xwe ya li ser terora dewletê ya li Farqînê de aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku ewlekariya jiyana gel hedef hatiye girtin û hat xwestin, ku lêpirsîn were destpêkirin.
-
-
-
Bloka demokrasiyê - Cemîl Bayik
"Divê bloka demokrasiyê Geziyê û pêngava roja me ya xwerêveberiyê bigihîne hev. Di vê blokê de tevî HDP'ê CHP jî dikare cih bigire. Hemû partiyên çep, sosyalîst, Elewî û hemû bindest dikarin cih bigirin."
-
Li Wanê jî hêzên dewletê êrîş kirin
Li Wanê, duh bi şev li taxên Xaçort û Şehît Firatê hêzên dewleta Tirk êrîş kirin. Ji ber gulereşandina hêzên dewletê bi dehan kes birîndar bûn.
-