Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP'ê da û diyar kir ku ew destekê didin îlanên xwerêveberiyê yên gel. Yuksekdag destnîşan kir ku di 1'ê Mijdarê de ew ê AKP û Erdogan têk bibin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, axaftina vekirinê ya civîna Meclîsa Partiyê ya ji bo plansaziya hilbijartinê, axivî.
Yuksekdag da xuyakirin ku yên timî behsa rêya hilbijartinê ya siyasetê dikin, vê carê encamên ji sindoqê derketin nas nekirin û got, "Madem hûn ewqasî girîngiyê didin siyaseta demokratîk a bi hilbijartinê re, çima we encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nas nekirin. Qîma xwe bi vê re jî neanîn. Hikûmeta AKP'ê ya ku bi encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê re hewesa serokatiyê di ber de ma, ji bo armanca xwe ya desthilatdariya bi tenê, neçariya hilbijartineke dubare li ser civaka Tirkiyeyê ferz kirin."
DESTEKA JI BO XWERÊVEBERIYÊ
Yuksekdag bal kişand ser konsepta şer a AKP'ê di oxira desthilatdariya xwe de li hemberî gelê Kurd dide meşandin û got, "Ji xwe re weke mafekî dibînin û dibêjin, 'eger we deng bidabûna AKP'ê, ev rewş neqewimiya'. Gelê me yê li Gever, Silopiya, Gimgim û Farqînê, ji ber ku deng neda AKP'ê û Erdogan nekir serok, tê cezakirin. Vîna xwerêveberiya demokratîk a ku gelê me ev demeke dirêj e daniye ser hev, weke karekî 'cihêkariyê' û 'terorîstî' ji aliyê AKP'ê ve tê nirxandin û vê yekê ji xwe re dikin sedema êrîşan. Gelê Kurd careke din rêya divê tê de bimeşin nîşanî tevahiya civaka Tirkiyeyê dide. Weke HDP me di tevahiya kampanya xwe ya hilbijartinê de, nêrîna ji bo vekirina rêyên tevlîbûna gel a li siyasetê, ku xwe dispêre xweseriya demokratîk parast û banga vê kir. Îro jî em heman bangê dikin."
Yuksekdag di dewama axaftina xwe de ragihand ku li Geverê di êrîşa li dijî gel de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û got, "Li hemberî xwepêşandana gelê me ya bi lêdana qûşxane, delwetê bi tank, top, hawan û guleyan bersiv da."
'EM Ê BERSIVEKE ESASÎ BIDIN QESRÊ'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de derbeke ji ya 7'ê Hezîranê girantir li wan bidin û got, "Wê têkçûneke ji ya 7'ê Hezîranê mezintir û girantir bijîn. Bila ji vê bawer bikin. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê vîna demokratîk a gelê me, HDP'ê di dema nû de bike parçeyeke ji jiyana nû. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi qezençeke gelekî mezintir er em ê bersiveke esasî bidin qesrê."
BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ
Yuksekdag ev bang li gelên Tirkiyeyê kir: "Werin em careke din û bêhtir bi xurtî li hev bicivin. Em bi xurtî biguherînin. Tirkiye li ber hilbijartineke esasî ye. Ya kevin bûye divê biçe, siyaseta nû divê were. HDP tê wateya siyaseta nû û jiyana nû. Pêwîst e ev desthilatdariya siyasî ya kevin bûye û êdî nema dikare bi rêve bibe, ji dema bihurî re bê hiştin."