AKP'ê di nava 24 saetên dawî de 11 kes qetil kir

Hêzên dewleta Tirk di nava 24 saetên dawî de 3 jê zarok 11 kes qetil kirin û herî kêm 24 kes birîndar kirin.

Komkujiya AKP'ê li Kurdistanê dike, bênavber didome. Li gorî daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, di nava 24 saetên dawî de li Geverê 4, li Cizîrê 4, li Şirnexê 2 û li Bazîdê jî kesek ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin. Her wiha herî kêm 24 kes jî birîndar bûn.

GEVER

Di êrîşên leşker û polîsên Tirk ên li hemberî taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên navçeya Colemêrg Geverê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

CIZÎR

Li navçeya Şirnex Cizîrê, di êrîşa hêzên dewleat Tirk de 2 jê zarok ku yek ji wan 7 salî bû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa polîs û leşkeran de Emîn Yanaş (10), Eyup Ergen (27), Mesût Sanri (39) û Baran Çagli (7) ê di dema êrîşan de di bin dîwarê hat hilweşandin de ma, jiyana xwe ji dest dan.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê, Bahrî Kulter ê duh bi şev li mala xwe, bi guleyek ne diyar bû ji ku hat ji pişta xwe birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Di xwepêşandana nîvê şevê de Adem Îrtegun (16) ê guleya polîsan li qirika wî ket, jiyana xwe ji dest da.

BAZÎD

Li navçeya Agirî Bazîdê, ciwanê bi navê Erhan Tanrikûlû yê 28 salî, dema diçû mala xwe, li cihekî nêzî Qereqola Polîsan a Ûlûyolê polîsên tevgera taybet gule li wesayîta wî reşandin û jiyana xwe ji dest da.