Hevseroka HDP'ê ya Artvînê Hulya Vayîç: Li Hopayê dewlet tinebû!
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Artvînê Hulya Vayîş diyar kir ku di karesata lehiyê ya li Hopayê de saziyên dewletê û şaredarî bi xemsarî tevgeriyane û demeke dirêj bi tenê li karesatê temaşe kirin.
OZGUR AYDIN
ARTVÎN
în, 28 gelawêjê 2015, 07:08
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Artvînê Hulya Vayîş diyar kir ku di karesata lehiyê ya li Hopayê de saziyên dewletê û şaredarî bi xemsarî tevgeriyane û demeke dirêj bi tenê li karesatê temaşe kirin. Vayîç diyar kir ku Şaredariyê di destpêkê de anonsa bahozê kir, lê ti tedbîr negirt û anî ziman ku ji ber xemsariya şaredariyê ya piştî karesatê wan 'komîteya însiyatîfa gel' ava kirine û dest bi kar kirine.
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Artvînê Hulya Vayîş, rewşa berî û piştî karesata li pêş çavan rû da, ji ANF'ê re vegot.
Vayîç diyar kir ku di êvara Şemiyê de şaredariyê anonsa li ser hatina bahozê kiriye û got, "Tevî ku şaredariyê ev anons kir jî, ti tedbîr negirt. Baranê saet di heyştan de destpê kir û danê nîvro lehî rabû. Gelek mal, kargeh û wesayît di nava avê de man. Li hin herêman hezaz rû dan. Berêvarê saet di pêncan de dema em çûn nexweşxaneyê, birîndar hatin. Bi şev jî cenazeyên 8 kesan hatin dîtin."
'LI SER NERAZÎBÛNA GEL KETIN NAVA TEVGERÊ'
Vayîç da zanîn ku Şaredariya Hopayê û organên dewletê bi xemsarî nêzî karesatê bûne û piştî demekê ketine nava tevgerê. Vayîç destnîşan kir ku ji ber nerazîbûna gel ev saziyên dewletê ketine nava tevgerê. Vayîç diyar kir ku li Hopayê ambûlansek û wesayîteke Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê (AKUT) tevlî xebatên rizgarkirinê bûne û got, "Me ji xebatkarên AKUT'ê re gotin; em jî ji we re bibin alîkar, bi bêr û bivir be jî çi pêwîst be em ê bikin. Lê belê di wesayîtê de cih tinebû. Ti wesayîteke din nehatibû ji bo alîkariyê."
Vayîç bal kişand ser xemsariya organên dewletê ya demeke dirêj û got, "Qeymeqamiya Hopa maseyeke krîzê ava kir. Me xwest em jî tevlî vê bibin, lê belê qebûl nekirin. Qeymeqam û Serokê Şaredariyê, ji bo zerarê nebînin derneketin derve. Saet di 12'an de bi tenê hatin nexweşxaneyê."
'EM NEÇAR MAN DEST LI REWŞÊ WERDIN'
Vayîç da xuyakirin ku piştî rojekê wan dît ku li Hopayê karê rizgarkirinê gelekî giran dimeşe, lewma wan 'komîteya însiyatîfa gel' ava kirine û bihîstine ku Şaredariya Hopayê daxwaza alîkarîdayînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê red kiriye, ji ber vê yekê wan dest li rewşê werdane.
Vayîç got, "Di destpêkê de em yek bi yek li gundan geriyan, piştre me civînek lidar xist. Hemû komên şoreşger beşdar bûn. Me însiyatîfeke gel ava kirin. Dûre me ev kom li gundan belav kirin. Li dû tespîtkirina pêwîstiyên li wan deveran, me lîsteya pêwîstiyên lezgîn amade kirin."
Vayîç diyar kir ku di dema rûdana lehiyê de ti saziyên dewletê ne amade bûn û destnîşan kir ku piştî nerazîbûna raya giştî û zextan, dozger û maşînên kar hatine. Vayîç got, "Niha hewl tê dayîn av ji nava taxan bê derxistin û tax ji heriyê werin paqijkirin. Hînê 3 kesên winda hene, xebatên lêgerîna li wan dewam dike. Xebatên însiyatîfa gel jî hînê dewam dike. Em alîkariyên tên belav dikin."
'RÊYA PERAVA DERYA REŞ HEVSENGIYA XWEZAYÊ XERA KIR'
Vayîç ragihand ku rêya perava Derya Reş, darbeya herî mezin li qada ekolojîk, li herêma Derya Reş xist û anî ziman ku di dema çêkirina vê projeyê de cihokên avê hatine guhertin, tengkirin û di bin navê îstîmlaqê de dar hatine birîn û li şûna wan beton hatiye bicihkirin. Vayîç destnîşan kir ku eger bi vî rengî nêzîkatî li hemberî xwezayê were nîşandan, wê encamên bi vî rengî derkevin holê.