BI DÎMEN

Demîrtaş: Divê em li her derê rabin ser piyan

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî ew ê AKP'ê têk bibin.

HDP'ê duh li paytexta Awûstûrya Viyanayê li Mûseûms Qûartîer starta mîtîngên hilbijartinê da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de got, "Rehma xwedê li 50 penaberên di qemyoneke li nêzî Viyanayê de mirî hat dîtin, be" û destnîşan kir ku ev drama penaberan şerma tevahiya mirovahiyê ye.

'DI HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ DE GEL NAS KIRIN'

Demîrtaş anî ziman ku bi aşkerabûna encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê re li Tirkiyeyê rûpeleke nû vebûye û bal kişand ser vê xalê: "Ne tenê haya me ji vê hebû, haya yên li derveyî me jî jê hebû ku dîktatoriya yek şexsî li Tirkiyeyê bi ser nakeve. Herî zêde haya şêniyê qesrê ji vê hebû. Ji me baştir dizanîbû ku êdî rewş hatiye guhertin. Ti carî ji hêzeke bi vî rengî ya gel bawer nedikir. Ji ber ku li gorî wan gel dihat wateya feraseta li pêşberî wan serê xwe ditewîne, bîatê ji wan re dike. Ji vê re digotin gel. Digotin qey gel bi vî rengî pez e, kerî ye. Di 7'ê Hezîranê de gel nas kirin, cara yekê dît ku gel bi rastî tê çi wateyê. Hûn ên ku tevî hemû zor û zehmetiyan 6 mîlyon deng ji sindoqê derxistin, we rêya pêşerojê destnîşan kirin. Ya ku ew dîn û har kiriye jî, ev sekna dijber e."

'JI WE TÊ HÛN BIÇIN LI CÛDÎ, GABARÊ NOBEDÊ BIGIRIN!'

Demîrtaş der barê şerxwaziya rayedarên AKP'ê de ev nirxandin kir: "Dibêjin 'Em ê ewladên xwe feda bikin', vê yekê bi awayekî vekirî li meydanan bilêv dikin. Tuyê bêjî qey zarokê her yekî ji van wê bi keştiyokan li hemberî Qendîlê seferan pêk tînin! Tu çima berê zarokên gel ê xizan dide eniya şer? Fermo hûn weke koma wezîran biçin. Şevekê li Cûdî, li Gabarê di mewziyê de nobedê bigirin. Nobedê bigirin ku fêm bikin bê şer çi ye. Hêsan e ku hûn tivingê diavêjin milê zarokên 20 salî yên xizanan û dişînin wê derê. Madem hûn ewqasî ji desthilatdariyê hez dikin, madem hûn naxwazin dest ji desthilatdariyê berdin, wê çaxê zarokên feqîr, xizanan neşînin mirinê."

'BILA MEDYA NEBE HEVPARÊ VÎ ŞERÊ QIRÊJ'

Demîrtaş diyar kir ku medya navendî ya li Tirkiyeyê, komkujiyên li Gever û Cizîrê naweşînin, bêdeng dimînin û got, "Bi operasyona medyayê re medya bêdeng kirin. Di medya civakî de trolên AKP'ê yên bi pere hatine kirîn, bi derewan dest bi kampanya bêqîmetkirina HDP'ê kirin. Bi briyara wergirtine re şerekî ewçend qirêj û bê exlaq dimeşînin, ku bi rokêtan êrîşî zarok, ciwan û sivîlan, êrîşî malan dikin. Li Gever, Cizîrê hînê li taxan komkujî hene. Li Geverê komkujî heye. Îro 8 mirov mirin li Gever û Cizîrê. Di nava wan de zarok jî hene. Zarokekî 7 salî, yekî 10 salî. Medya bêdeng e, medya 3 meymûnan dilîze. Medya niha berdêla pereyê wergirtiye, berdêla pariyê heram dide." Demîrtaş bang li medyayê kir ku nebe hevparê vî şerê qirêj.

'JI TÊKÇÛNÊ TÊR NABIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de HDP wê careke din bi ser bikeve û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ya ku welatê me di nav de ye, mercên şer e. Divê em vê yekê bi lez û bez bisekinînin û demek ji ya din zûtir pêşî li mirinan bigirin. Lê di heman demê de têkoşîna siyasî dewam dike. Di 1'ê Mijdarê de hilbijartineke nû heye. Careke din hilbijartin; bi gotina pêşiyan 'pêlewanê têk diçe têrî gulaşê nabe'. Ne yek hûn 10 caran hilbijartinê bikin jî, ne 10 hûn hezar caran vî gelî bibin ser sindoqan jî, em ê we di sindoqan de bifetisînin. Me soz da gelê xwe, em ê encamên vê di 1'ê Mijdarê de careke din bi dest bixin. Rêveberiya dîn a AKP'ê, rêveberiya mejiyê xwe winda kiriye ya AKP'ê divê êdî van rastiyan bibîne."

'DIVÊ EM BI TENÊ NEHÊLIN'

Demîrtaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê Gever-Cizîr bi tenê neyên dîtin. Ji bo em nîşan bidin ku ne neçar in di binê darbestên zarokên xwe de bieciqin, divê em li her deverê rabin ser piyan û dengê aştiyê bilind bikin."

Di mîtîngê de her wiha Serokê Koma SPO Andreas Schîeder û ji Partiya Keskan Bêrîvan Aslan axivîn. Qisekeran destek dan HDP'ê û xwestin şer û pevçûn bi dawî bibin, muzakere destpê bikin.