ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di teqîna li Farqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li Farqînê de Firat Sîmpîl (13) jiyana xwe ji dest da. -
Li Frankfûrtê îdam hatin protestokirin
Darvekirinên li Îranê, li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat şermezarkirin. -
Bavê min dixwest li Kobanê nexweşxaneyê ava bike
Îsmet Şeker, roja Kobanê azad bû kurê xwe şervanê YPG'ê Mûstafa winda kir. Bihîst ku kurê wî ji ber xwîn gelekî ji ber çûye, jiyana xwe ji dest daye. Piştî bi mehan bersiv da banga 'Em Kobanê bi hev re ava bikin' a ciwanên sosyalîst. -
Li Agirî gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Agirî gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Li Silopiyayê 3 ciwan hatin qetilkirin
Li Silopiyayê 3 ciwanên xwe li malekê girtin, ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. -
Ji ber psîkolojiya şer li binê pirê dijîn
Malbata Reşîd a ji şerê li Sûriyeyê reviya û piştî Bakurê Kurdistanê hat Îzmîrê, ji ber psîkolojiya şer rê li ber vekiriye, li binê pirê dijî. -
Demîrtaş: 1'ê Mijdarê wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê
Demîrtaş got, "Em neçarin hêza xwe mezintir bikin û di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ji ber ku ev hilbijartin wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê. Gel wê hesabê komkujiyên Pirsûs, Nisêbîn, Farqîn, Amed û Gimgimê bipirse." -
Tûncel: Bloka Aştiyê wê di 1'ê Mijdarê de jî vîna xwe nîşan bide
Hevberdevka HDK'ê Sehahat Tûncel got, "Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re vîna gel a 7'ê Hezîranê red kir. Di 1'ê Mijdarê de bloka aştiyê wê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide." -
2 ciwan li Silopiyayê hatin binçavkirin
Li Silopiyayê polîsên ku bi wesayîta sivîl digeriyan 2 ciwan binçav kirin. -
Balûken: AKP tengav bû dixwaze bendewariyan biafirîne
Balûken têkildarî nûçeya Rûdaw a "Ekîbeke TV çû Îmrali, wê Ocalan banga aştiyê bike” got, “Tiştekî wiha ne mijara gotinê ye. AKP tengav bû, ji bo xwe ji vê rizgar bike manîpulasyonan dike, hewl dide bendewariyan biafirîne.” -
Ji dayikên aştiyê banga pêşxistina têkoşîna aştiyê
Dayikên Şemiyê dan zanîn ku bombeyên li ser Farqîn, Licê, Colemêrg, Gever û Cizîrê tên barandin li ser pêşeroja wan tê barandin û bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê banga pêşxistina têkoşîna azadiyê kirin. -
Li Başûrê Elmanyayê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên li Elmanyayê destpê kirin. -
6 kesên din hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Sêrtê 2, li Dêrsimê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Dêrsimê hatin protestokirin
Bloka Aştiyê ya Dêrsimê di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meşek lidar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê Mutabaqata Dolmabahçeyê were qebûlkirin û muzakere bên destpêkirin. -
Li Edene û Wanê binçavkirin
Li Edeneyê 3 kes, li Wanê jî zarokek hatin binçavkirin. -
Polîsên Tirk li Qoserê zarokekî din qetil kirin-HAT NÛKIRIN
Polîsên Tirk, li navçeya Mêrdîn Qoserê, Mazlûm Tûran ê 16 salî qetil kirin. -
Okay: Polîtîka şer bandorê li girtîgehan jî dike!
Nivîskar, aktîvîstê mafên mirovan Okay ragihand, ku hikûmeta AKP'ê li hemberî girtiyên nexweş polîtîkaya dîlgirtinê dimeşîne û destnîşan kir ku bi destpêkirina grevên birçîbûnê re şîdet û îşkence zêde bûne. -
Şahîn û Altûn ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga destekkirina HDP'ê kirin
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê Siyabend Şahîn bang li hemû Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê dijîn kir, ku di bin sîwana HDP'ê de bicivin. -
Wallstrom: Divê hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom diyar kir ku ji ber zêdebûna şîdeta li Tirkiyeyê ew bi fikar in û ji aliyan xwest, ku ji nû ve li muzakereyên aştiyê vegerin. -
Dema wesayîta polîsan derbas bû teqînê rû da
Li ser Rêya Îpekê ya li Qoserê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînekê rûda. Tê diyarkirin ku di encama teqînê de mirî û birîndar hene. -
Hikûmeta demkî hat erêkirin
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Desteya Wezîran a di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû de hat avakirin erê kir. -
3 sal ceza li siyasetmedarê Kurd Demîr hat birîn
Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrg 3 sal ceza li siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê bi îdîaya endamtiya PKK’ê tê darizandin birî. -
Hevseroka berê ya Rêxistina HDP'ê ya Tekîrdag hate girtin
Li Tekîrdarê di serdegirtinên malan de ji 4 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin berdan, Hevseroka HDP'ê ya berê Adîle Gulay Ertunç hate girtin û şandin girtîgehê. -
Li Kolnê bankayek hat şêlandin
Li ser Cadeya Olpener a li Taxa Hohenberg a girêdayî bajarê Koln ê Elmanyayê Bankaya Sparkasse ji aliyê kesekî ve hat şêlandin. -
Ji Dogan ê HDP'yî ji bo Cûmhûriyetê daxuyaniyeke weke tekzîbê
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan têkildarî nûçeya Cûmhûriyetê ya têkildarî wî gotibû: “Wezîrtî bihîst mezheba xwe ji bîr kir” daxuyaniyeke mîna tekzîbê da.