Ji bo Şehîdên Pirsûsê li Dêrsimê 'çil parî' hatin belavkirin
Li Dêrsimê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, ji bo ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan 'çil parî' belav kir.
Li Dêrsimê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, ji bo ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan 'çil parî' belav kir.
Girseya gel a li Meydana Seyîd Riza civiya, li ber Peykerê Pîr Seyîd Riza find vêxist û dua kir.
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Alî Gerçek got, "Di merasîma cenazeyê şehîdên me de bila ji me nepirsin 'hûn mafê xwe helal dikin?'. Em ji şehîdên xwe bipirsin ku ew mafên xwe li me helal dikin?'"
Di çalakiyê de li gorî baweriya Elewîtiyê 'çil parî' hatin belavkirin û çalakgeran nêrîn û hestên xwe parve kirin.