Tuncel di kampa havînê ya Eniya Çep a Fransa de behsa Rojhilata Navîn kir

Di kampa havînê ya îdeolojîk a her sal ji aliyê Partiya Çep a Fransa ve ya Eniya Çep jî di nav de ye pêk tê, îsal Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel behsa Rojhilata Navîn kir.

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel a di kampa îdeolojîk  a Eniya Çep de behsa Rojhilata Navîn kir got: “Li Rojhilata Navîn li Rojava têkoşîna Kurd pêş dixin û bi taybet serhildana jinan hem destpêkek û hem jî ji bo gel bû rewşeke moralê.”

Di kampa havînê ya îdeolojîk a her sal ji aliyê Partiya Çep a Fransa ve ya Eniya Çep jî di nav de ye pêk tê, îsal Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel behsa Rojhilata Navîn kir. Kamp, bi dirûşma, “Tevgereke hawirdorparêz a giştî ya piştevaniyê û alternatîf a Çep” li Bordeaux a Fransa pêk hat.

Tevahiya 5 rojan Zanîngeha Bordeaux deriyê xwe ji gelek beşdarên cuda re vekir. Di kampa ku gelek Fransî û beşên cuda yên biyanî tevlî bûn Hevberdevka HDP’ê Sebahata Tuncel behsa Rojhilata Navîn û pirsgirêkên wê kir.

Tuncel destpêkê behsa serhildanên dawî yên li Tirkiye û Kurdistan, paşê jî yên li Fîlîstîn û Îsraîl û herî dawî jî ya li Tûnûs kir.

SERHILDANA JINAN LI ROJHILATA NAVÎN BÛ DESTPÊKEK

Tuncel a bi giranî li ser Rojhilata Navîn û Rojava axivî, armanca HDK’ê di destpêka axaftina xwe de anî ziman û got: “Li Rojhilata Navîn li Rojava têkoşîna ku gelê Kurd pêş dixe û bi taybet serhildana jinan hem bû ya yekemîn hem jî ji bo gel bû moral. Niha her kes dibirse kê ev maseya pêvajoya çareseriyê qulipand. Di rastiyê de AKP’ê mase qulipand. Li aliyekî rêxistineke ku dibêje ez naxwazim Tirkiyeyê ber bi şerekî çekdarî ve bibim û dixwazim siyaseta demokratîk bikim heye, li aliyekî jî mixabin zîhniyeteke ku heta dawiyê mirinê dixwaze heye.”