Îşkence, binçavkirin û girtin didomin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê ya demkî didomin. Polîsên AKP'ê yên konsepta şer bi cih t^niin, gelek kes kirin binçavan. Li Colemêrg û Mersînê 4 kes hatin girtin.

ERXENÎ
Li navçeya Amed Erxeniyê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Kemaliye, Kemertaş, Sanayî, Îstasyon, Adnan Menderes, Kiner û Ûzûnagaçê. Di serdegirtinan de Hevserokê KURDÎ-DER ê navçeyê Mehmet Taşkesen, endamê Meclîsa Şaredariya Erxeniyê Necmî Şahîn, Ergîn Sonmez, Mehmet Çakmak, Mehmet Sumer û 3 kesên navên wan nehat zanîn, hatin binçavkirin. Fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
LICE
Li naçeya Amed Liceyê polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser hin malên li taxAên Karahasan û Kurtukê. Polîsên ku gule li derdora xwe reşandin, deriyên malan şikandin. Di serdegirtinan de ciwanên bi navê Bekîr Sogut (20) û Bayram Ozkan (20) hatin binçavkirin. Malbata Sogut anî ziman ku kurê wan rastî îşkenceyê hatine. Her wiha polîsan dayik Xanim Sogut a li dij îşkenceyê derket bi erdê ve kaş kirin û serê wê li deriyê hesin dan. Bi qontaxa çekê li kekê Sogut Delîl Sogut dan. Hat ragihandin ku polîsan her wiha çek li zarokên biçûk ên li malê kişandine. Ji malbata Sogut ên li îşkenceyê rast hatin, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê rapora rastî lêdanê hatine, girtin.
COLEMÊRG
Endama Navenda Piştevaniya Jinê ya Binevş Hamîde Ozer û xebatkarê DBP'ê Vasfî Ak ên li Colemêrgê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê, ji bo bên girtin radestî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgehê Ak serbest berda, lê Ozer bi îdîaya 'hewl daye yekîtiya dewletê û yekgirtina welêt parçe bike" girt û şand Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê.
MERSÎN
Li navçeya Mersîn Tarsûsê jî 6 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê ji bo girtinê radestî dadgeha nobedar hatin kirin û ji 6 kesan Mahmût Bulbul, Eşref Tarim û Kadrî Ezer bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.