Komek faşîst êrîşî karkerên demsalî yên Kurd ji bo komkirina firengiyan çûbûn navçeya Ereglî ya Konyayê kirin û konê welatiyan şewitandin. Welatiyên Kurd ji ber ewlehiya canê wan nemaye li kamyonan siwar bûn û ji wir veqetiyan.
Li navçeya Ereglî ya Konyayê komek faşîst li gundê Başê êrîşî karkerên demsalî yê ji bo komkirina firengiyan hatibûn kirin. Dema ku karker li nav erd dixebitîn komek faşîst di destê wan de tiving hatin cihê ku konê wan lê ye. Koma faşîst konê welatiyan şewitandin.
Xwediyê erd ji ber ewlehiya canê Karkerên kurd nemaye ew kamyonan siwar kirin û ji gund dûr xistin.
Karkerê bi navê Ramazan Kirkiş diyar kir ku wan canê bi zorê ji nav destê faşîstan xelas kirine û got ku faşîstan bi gotina "Em terorîstan li navçeya xwe naxwazin" konên wan şewitandine. Kirkiş anî ziman ku jenderme nehatin cihê bûyerê û da zanîn ku piştî êrîşê ji gund veqetiyane û çûne cem xizmên xwe yên li Tuzla ya Karataş a Edeneyê.