Li Îzmîrê çalakiya bîranîna Şehîdên Pirsûsê û destekkirina Kobanê

Li Îzmîrê, bi beşdariya Hevşaredara Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, wê ji bo bîranîna Şehîdên Pirsûsê û destekkirina Kobanê çalakiyek bê lidarxistin.

Li Îzmîrê, bi beşdariya Hevşaredara Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, wê ji bo bîranîna Şehîdên Pirsûsê û destekkirina Kobanê çalakiyek bê lidarxistin. Di çalakiyê de wê ji bo malbatên Kobanêyî alîkarî bê berhevkirin.

Çalakî wê li Qada Şano ya Servekirî ya Fûarê ya Îzmîrê saet di 18:30 de destpê bike. Di çalakiya bîranîn û piştevaniyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Malbatên Şehîdên Pirsûsê, rêveberên SGDF, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîkayan amade bin.

Di çarçoveya bernameya çalakiyê de wê Civata Muzîkê ya Beksav, Ferhat Tûnç, Pinar Aydinlar, Grûp Emege Ezgî, Koma Hîvron û Praksîs derkevin ser dikê.