Polîsan li Amedê ciwanê bi navê Veysel Acar birîndar kirin
Li navçeya Rezanê, polîsên Tirk ciwanê bi navê Veysel Acar birîndar kirin. Hat ragihandin ku xeteriya li ser jiyana Acar dewam dike.
Li navçeya Rezanê, polîsên Tirk ciwanê bi navê Veysel Acar birîndar kirin. Hat ragihandin ku xeteriya li ser jiyana Acar dewam dike.
Li navçeya Amed Rezanê, di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta demkî ya AKP'ê de, polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û çekan êrîşî ciwanên daketin kolanan kirin.
Li hemberî êrîşa polîsan ciwanan xwe parastin û pevçûnan heta derengiya şevê dewam kirin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk ciwanê bi navê Veysel Acar bi giranî birîndar bû.
Acar ê bi 3 guleyên li bedena wî ketî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîclehê.
Piştî emeliyatê Acar li servîsa lezgîn hat bicihkirin. Tê gotin ku xeteriya li ser jiyana Acar dewam dike.