Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz banga 'vegere malê' li leşkeran kir
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz nameyeke vekirî nivîsand û ji leşkerên ji ber leşkeriya ji neçarî tevlî şerê ji bo Qesrê bûne got, "Ev ne şerê te ye, li mala xwe vegere."
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz nameyeke vekirî nivîsand û ji leşkerên ji ber leşkeriya ji neçarî tevlî şerê ji bo Qesrê bûne got, "Ev ne şerê te ye, li mala xwe vegere."
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz nameyeke vekirî nivîsand û ji leşkerên ji ber leşkeriya ji neçarî tevlî şerê ji bo Qesrê bûne got, "Ev ne şerê te ye, li mala xwe vegere."
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz bi nameyeke vekirî ragihand ku di şerê AKP û Erdogan ji bo desthilatdariya xwe li dijî gelê Kurd û derdorên demokratîk daye destpêkirin de, leşkeran ji ber sîstema leşkeriyê ya ji neçarî tevî vî şerî dike. Yilmaz di nameya xwe de bal kişand ser xalên girîng û banga 'ev ne şerê te ye, yekîneya xwe biterikîne û li malê vegere' li leşkeran kir.
Nameya Yilmaz a bi serenavê 'Vegere mala xwe Mehmetçîk. Ev ne şerê te ye" wiha ye:
"Tu niha li leşkeriya ku tu weke 'wezîfeya welat' dibîne ye, dibe ku tu vê yekê weke 'neçariyekê dibîne'. Dibe ku tu weke qadeke ji bo dewamkirina jiyanê divê were derbaskirin, dibîne... Di vê nivîsa xwe de ez ê li sedemên vê nepirsim. Yanî naxwazim ji aliyê giştî ve 'leşkeriyê' nîqaş bikim. Bi tenê dixwazim bi te re li ser rewşa em tê de ne biaxivin.
Dibe ku tu nû tevlî yekîneyê bûye, dibe ku kêm maye leşkerî biqede. Heta beriya 7'ê Hezîranê dibe ku te plan çêtir ji bo dema piştî leşkeriyê. Hevala te, destgiriya te, hevjina te, dê, bav, xwişk û birayên te li benda te bûn, tu jî li hêviya bi dawîbûna rojên leşkeriyê bû. Her çend tu li cihekî dûra, tu li leşkeriyê bû jî, fikareke zêde mezin tinebû. Her çend dema em li bûyerên niha li Sûriye, Iraqê dinêrin dilê me tengav dibe jî, wê leşkeriya te bêyî rûdana şerekî biqediya.
Li gorî leşkerên beriya xwe tu bi sens dihat dîtin. Ji sala 2013'an û vir ve çek nediteqiya. Dilê dayika te, yê bavê de ne bi tirs bûn. Li 'Rojhilat' jî bûya tuyê biçûya û bihata! Baş e, çi bû? Çi bû ku ji nû ve ew çek teqiyan? Gelo PKK'ê taktîk guherand? Gelo Oalan dest ji çareseriya bi axaftinê berda? Gelo HDP'ê li şûna zimanê aştiyê bi zimanê şer dest bi axaftinê kir? Bersiva van hemû pirsan 'NA'yeke gelekî mezin e, tu jî vê dizane bêguman.
Her çend sînorên me û welatên me di nava agir jî de bin, bi saya hevdîtinên du-salên dawî, agir negihaştibû xaka me. Ez ê bi te re nîqaş nekim ku ev bi saya kê, bi saya kîjan polîtîkayê pêk hat. Di vî warî de tu ji çi bawer dike, her jê bawer bike. Lê belê em neçarin li ser 'çima ev rewş xera bû' bi te re biaxivin Mehmetçîk.
Amadekariyên muzakereyê yên heta 7'ê Hezîranê dewam kirin, bi dehan hevdîtinên bi rayedarên dewletê, Ocalan û heyeta HDP'ê û 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' ku li pêş tevahiya raya giştî ya cîhanê hat aşkerakirin, ji aliyê kê ve hat xerakirin? Mînak; te li cihekî dît an jî bihîst ku HDP'ê yan jî rêxistinên din ên Kurd gotin 'Em vê peymanê, vê mutabaqatê nas nakin'?
Yê ku ji bo HDP benda hilbijartinê derbas neke serî li dek û dolaban da û dema derbas kir jî ev encam qebûl nekir kî ye? Yê ku ji ber sîstema serokatiyê ya ku sîstemeke dîktatoriyê ye bi dest nexist, welat kir qada şer kî ye?
Mehmetçîk ê xoşewîst, ez ê ji te re behsa xizanî, kedkariyê nekim, lê divê bi te re biaxivim ku zarokên ew kesên berê te daye şer, ji te re behsa lehengî û şehadetê dikin, di rewşeke çawa de dijîn. Bi keştî, şîrket, hesabên li bankayên xwecihî-biyanî ji wan re bin. Di pereyên wan ji me dizîne de mafê me jî heye, lê em bêjin çavê me ne li pere ye. Lê belê gelo yek ji wan dikare kurê xwe li cem te ji bo nobedê bigire, ji bo tevlî şer bibe, ji bo paqijiyê bike, ji bo têkeve mutbexê dişîne?
Yên ku bêyî li ber xwe bikevin radibin bi gotina 'Xwedê bike nesîp ez dixwazim şehîd bikevim' bi hestên mirovan dilîzin, mal û milkên wan bi qasî ku heft sulaleya de xwedî bike, hene. Ji xwe berpirsyarê sereke yê pêvajoyê, pereyê heram ê li mala xwe di dema operasyona 17'ê Kanûnê ya dizî-nelirêtiyê de ji raya giştî revand.
Te bi zorê lîse qedand an jî dibe ku hînê qedandiye, lê ji neçarî çû leşkeriyê. Zarokên wan nizanim li kîjan welatî, li kîjan zanîngeha navdar bi dayîna bi sed hezaran dolaran, dixwînin. Gayên ku nikarin sê gotinan li hev bînin, wan dikin 'zanîngehî', li derveyî welat nîşan didin û bi rapora 'nikare bike' ji leşkeriyê direvînin. Ji gotina 'Mehmetçîk ê leheng' ê van kesan bawer neke birayê min. Ti eleqeya van ne bi welat, ne bi milet, ne bi ol, ne jî bi îmanê nîne. Derdekî van heye; ew jî pere û desthilatdarî ye.
Ev çekên ji nû ve teqiyan, bedenên parçe bûn, pêşerojên tarî bûn, agirên bi mal û dilan ketin, ev şevên bi fikar, bi tirs û bê xew, ne ji bo welat e, ne ji bo milet e! Ji bilî aştî, biratî, wekhevî û azadiyê xurttir çekek nîne ku welêt biparêze!
Tu jî gelekî baş pê dizane Mehmetçîk, ev şer ne şerê azadî û serxwebûnê ye! Ev ne şerê li dijî dagirkeriyê ye! Ev ne şerê li dijî dijmin e! Yên ku dixwazin pere û desthilatdariya xwe biparêzin, bira bi bira didin kuştin. Eger Kurd bibe xwedî heman mafê te, gelo wê hingî qiyamet rabe? Berevajî, wê jiyan ji bo me hemûyan bedewtir be.
Ev amîrên li dijî mejî û mirovahiyê ne, wê di salên pêş de li dadgehên mafên mirovan taliyê werin darizandin. Dijderketina li van amîran û fermanên wan, ji bo te mafê însanî û mafê destûra bingehîn e.
Nebe parçeyekî vî şerî, ku di tevahiya emrê xwe de wê weke barekî li pişta te be! Destê xwe ji ser tetîkê bikişîne! Çeka di destê xwe de deyne! Bireve ji yekîneyê û biçe cem hezkiriyên xwe...
Vegere mala xwe Mehmetçîk, ev şer ne şerê te ye!