Polîsên Tirk li Sûrê ciwanek qetil kirin

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a çû taxa Hasirli ya navçeya Amed Sûrê ku rastî êrîşa polîsan hat got, "Gule li gelek malan hatine reşandin. Polîsan ciwanek qetil kirin. Agahiyên berfireh hînê negihaştine ber destê me."

Polîsên tevgera taybet ên Tirk, li hemberî Taxa Hasirli û semta Balikçilarbaşi yên navçeya Amed Sûrê operasyon pêk anîn.

Polîsên ku kolandina xendekên ji bo pêşîgirtina li operasyonên qirkirina siyasî kirin hincet, gule berdan dikan û malan. Êrîşa ku saet di 02:00 de destpê kir heta danê sibehê dewam kir. Di dema êrîşa polîsan de helîkopter li ser taxê geriyan.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a danê sibehê ket nava taxê anî ziman ku di êrîşa polîsan de ciwanek hatiye qetilkirin.

Yîgîtalpt çavdêriyên xwe yên ji saet 11:15'an û pê ve bi vî rengî anî ziman: "Li Taxa Hasirli me. Ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Polîsan cenazeyê ciwan birine. Der barê nasnameya ciwan de me agahî bi dest nexist. Polîsan ketin û derketina taxê girtine. Gule li gelek xanî û dikanan hatine reşandin. Şopên fîşekan gelek in. Du wesayît ji aliyê polîsan ve hatine şewitandin. Lêkolînên me yên li taxê dewam dikin."