Polîtîkayên AKP'ê yên şer li Elmanyayê hatin protestokirin
Li gelek navendên Elmanyayê, polîtîkayên AKP'ê yên şer bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan hat kirin jî, hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 22 gelawêjê 2015, 07:14
Li gelek navendên Elmanyayê, polîtîkayên AKP'ê yên şer bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hovîtiya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan hat kirin jî, hat şermezarkirin.
HAMBÛRG
Jinên li Hambûrgê dijîn, ji bo balê bikişînin ser hovîtiya li Kurdistanê rû dide, çalakî lidar xistin. Çalakiya kolanan bi dirûşmeya "Em rabin ser piyan, li dijî şer derkevin, terora AKP-DAIŞ'ê bisekinînin" hat lidarxistin, diyarî gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin.
Çalakî bi hevkariya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Coûrage, LÎSA AtesH û pêkhateyên Roste Frauenkomittee hat lidarxistnin û saet di 15:00 de li yek ji kolanên qelebalix ên bajêr Monckebergstrasse destpê kir. Di daxuyaniya li ser navê Platforma Jinên Demokratîk a Hambûrgê de bal hat kişandin ser kiryarên qirêj ên desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin û ji hikûmeta Elmanya hat xwestin, ku destekê nede vê polîtîkaya şer. Jinan gotin "Rê ji Erdogan re nîne" xwestin hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin û ji bo dawîanîna li vî şerî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were berdan. Jinan her wiha ji hikûmeta Elman xwest ku qedexeya li ser PKK'ê rake.
Li dû axaftinan, jinan bi qîrîna dirûşmeyan xwestin şer bê sekinandin. Pêşengeya wêneyan û maseya agahdarkirinê ya di çarçoveya çalakiyê de hatin danîn, rastî eleqeya mirovên li derdorê hat.
DRESDEN
Li bajarê Elmanya Dresdenê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Elman, mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de terora dewletê ya li Gimgim, Lice, Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê hat şermezarkirin. Di serî de hikûmeta Elman bang li Yekîtiya Ewropa û welatên NATO hat kirin, ku li dijî hovîtiya Erdogan bisekinin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Kurdistanê", "Bijî yekîtiya Kurdistanê" bi dawî bû.
BONN
Girseya gel a di çalakiya li Frîedenplatzê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara hat lidarxistin de kom bû, di şexsê Kevser Elturk (Ekîn Wan) de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt.
Nûnera Meclîsa Jinê ya Sara di axaftina xwe ya li çalakiyê de got, "Şêweyê şehadeta Ekîn Wan, mesajeke gelekî girand ide." Nûner destnîşan kir ku rêbeberiya li Tirkiyeyê, rêveberiya DAIŞ'ê ye.
Nûnerê Ciwanên Azad Bonn jî da xuyakirin ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê êdî ne derbasdar e û destnîşan kir ku divê qedexeya li ser PKK'ê ya li hemberî rejîma faşîst a Erdogan têdikoşe, bê rakirin.
Di çalakiyê dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Ekîn Wan namire", "Ekîn Wan rûmeta me ye", "Kujer Erdogan", "Bijî piştevaniya navneteweyî" hatin qîrîn.