Tezkereya Derveyî Sînor ji Serokatiya Meclîsê re hat şandin

Tezkereya operasyonên derveyî sînor a Sûriyeyê û Iraqê digire nava xwe sewqê Serokatiya Meclîsê hat kirin.

Tezkereya operasyonên derveyî sînor a Sûriyeyê û Iraqê digire nava xwe sewqê Serokatiya Meclîsê hat kirin.

Metna tezkereya operasyona derveyî sînor duh ji aliyê Wezareta Karên Derve ve ji Serokwezîrtiyê re hat şandin, metn bi îmzeya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû sewqê Serokatiya Meclîsê hat kirin. di metnê de hat gotin, “Rîsk û tehlîkeyên li ser ewlehiya me ya netewî her ku diçe zêdetir dibe. Li Bakurê Iraqê PKK hebûna xwe didomîne. Li Sûriyeyê  û Iraqê tê çavdêrîkirin ku di hejmara rêxistina terorê de zêdebûn heye.” Wextê tezkereya rayeya operasyona derveyî sînor dide artêşa Tirk di 2’yê Îlonê de diqede.