Prz. Olîvîer Peter: Tirkiye sûcê şer dike, dibe ku li DCN bê darizandin

Parêzerê Swîsreyî Olîvîer Peter destnîşa kir ku Tirkiye di şerê li dijî Kurdan de sivîlan qetil dike û bi awayekî vekirî hiqûqa şer a navneteweyî qetil dike. Peter diyar kir ku Erdogan û AKP'yî dibe ku li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên darizandin.

Parêzerê Swîsreyî Olîvîer Peter destnîşa kir ku Tirkiye di şerê li dijî Kurdan de sivîlan qetil dike û bi awayekî vekirî hiqûqa şer a navneteweyî qetil dike. Peter diyar kir ku Erdogan û AKP'yî dibe ku li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên darizandin.

Parêzerê Swîsreyî yê ser bi Buroya Hiqûqê ya Cenevreyê Olîvîer Peter, di hiqûq navneteweyî de wateya înfazên bêdaraz û komkujiya sivîlan ên ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê tê kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Peter ku ji bo rastiya şerê li Tirkiyeyê û bê hiqûqiya tê kirin li cihi bibîne, gelek caran serdana Kurdistanê kir, çavdêriyên xwe û encamên hevdîtinan bi ajansa me re parve kir.

'POLÎS Û ARTÊŞA TIRK BI AWAYEKÎ VEKIRÎ MAFÊN MIROVAN BINPÊ DIKIN'

Peter diyar kir ku ew hînê nû ji Tirkiyeyê vegeriya ye û destnîşan kir ku li gorî agahiyên wê di hevdîtinan de bi dest xistiye, şerê heyî di asteke tirsnak de ye. Peter da zanîn ku di şerê polîs û artêşa Tirk ê li hemberî Kurdan de bi awayekî vekirî mafên mirovan tê binpêkirin û got, "Artêşa Tirk di bomberdûmana li hemberî Qendîlê û li navenda bajaran, bi awayekî vekirî sivîlan qetil dike. Di şerê tê meşandin de dewlet pêwîstî bi parastina sivîlan nabîne. Bi xwe rê li ber komkujiyê vedikin. Komkujiya li Pirsûsê mînakek vê rastiyê ye."

Peter ragihand ku komkujiyên sivîlan qetil dikin nayên cezakirin, berevajî komkujiyên tên kirin rewa tên nîşandan û kiryara li Gimgimê li gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk hat kirin, ji sûcê şer wêdetir weke hovîtiyê pênase kir. Peter destnîşan kir ku ev kiryar û gelek bûyerên mîna vê yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kirin, binpêkirina mafên mirovan û sûcê şer in."

'MAFÊN MIROVAN ÊN ÊZIDIYAN Û GELÊ ROJAVA HATIN BINPÊKIRIN'

Parêzer Peter anî ziman ku Tirkiye ne tenê komkujiyan dike, di heman demê de mafên mirovan ên Êzidiyên û welatiyên ji şerê li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê reviyane, binpê dike. Peter da zanîn ku pêkanînên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava bi taybetî jî Kobanê, biinpêkirina mafên mirovan e û anî ziman ku Tirkiye bi nehiştina derbasbûna malzemeyên tenduristiyê û gelek alîkariyên din ji bo Rojava, bûye sedem ku mirovên li wê derê ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên însanî bêpar bimînin."

'TIRKIYE HIQÎQA ŞER A NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'

Parêzer Peter da xuyakirin ku Tirkiye bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd re Hiqûqa Şer a Navneteweyî (Peyman Cenevreyê) ya di sala 1949'an de hat morkirin binpê kiriye û di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku ji bo şopandina bûyerên diqewimin, bikevin nava tevgerê. Peter diyar kir ku divê Konseya Ewlekariyê ya NY di vî warî de bikeve nava hewldanan û destnîşan kir ku mîna beriya niha li hemberî hin welatan kir divê NY ceza li Tirkiyeyê bibire."

'EGER KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NY BANG BIKE, WÊ DCN BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Peter anî ziman ku ji ber Tirkiye ne aliyekî statuya Roma ye, Tirkiye ji ber qetilkirina sivîlan û îşkenceya li PKK'yiyan nikare yekser li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bê darizandin, lê belê eger Konseya Ewlekariyê ya NY dest li vê werde, DCN dikare bikeve nava tevgerê. Peter da xuyakirin ku Konseya Ewlekariyê ya NY ji ber ku ne rêxistinbûyîneke hiqûqî ye, rêxistinbûyîneke polîtîk e, ew bi fikar e ji ber komkujiya li sivîlan tê kirin bikeve nava tevgerê û got, "Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî berjewendiyên hin dewletan tevdigere. Lê belê rêyeke bi vî rengî heye û divê ev rê were ceribandin."

'ERDOGAN Û RAYEDARÊN AKP'YÎ DIKARIN LI DCN BÊN DARIZANDIN'

Peter bal kişand ser girîngiya banga Konseya Ewlekariyê ya NY û destnîşan kir ku ev rewş nabe her tim bi vî rengî bimeşe, di dema pêş de dibe ku Erdogan û rayedarên AKP'yî ji ber berpirsyariya komkujiya sivîlan û şerê li Tirkiyeyê li DCN bên darizandin. Peter got, "DCN saziyeke ku diviyabû ne polîtîk bû. Lê belê vê saziyê qelsiya xwe nîşan da. Dîktatorên Afrîkayê bi hêsanî li vir tê darizandin, lê belê ji bo darizandina rayedarên Îsraîlî yan jî dîktatorên sûcên şer kirine, zêde hewldan nehat nîşandan. Lê belê ev nayê wê wateyê ku dewleteke di nava NATO'yê de ye nikare li vir were darizandin. Welatekî ser bi NATO'yê jî dikare di dema pêş de li vir were darizandin."

Peter anî ziman ku divê ji niha ve li ser bûyerên li Kurdistanê delîl pêşkêşî DCN werin kirin û destnîşan kir ku girîng e dosyayên li ser qetilkirina sivîlan, kuştinên bêdaraz, binpêkirinên giran ên mafên mirovan radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin kirin. Peter da xuyakirin ku serkêşê dewletê Erdogan ji ber van bûyeran dibe ku di dema pêş de were darizandin û got, "Divê neyê ji bîrkirin, sûbayên Nazî piştî bi salan hatin darizandin. Her wiha Qirkirina Ermeniyan piştî 100 salan hat asta naskirinê. Divê neyê ji bîr kirin ji ber bûyerên li Kurdistanê diqewime, dikarin rojekê werin darizandin."

'TECRÎD BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE'

Peter di dewama axaftina xwe de ragihand ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî vekirî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û anî ziman ku astengkirina hevdîtinên Ocalan ên bi malbat û parêzeran, ji aliyê hiqûqî ve nayê vegotin. Peter da zanîn ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên ji bo Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih nayê anîn û da zanîn ku pêkanîna li hemberî mirovekî zêdeyî 10 mîlyon mirov dixwazin azad bibe, ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Peter diyar kir ku hînê saziyên pêwendîdar ji bo 10 mîlyon îmzeyên radestî Konseya Ewropayê hatine kirin neketine nava tevgerê û got, "Bi tenê bi têkoşîna gelê Kurd re azadbûna Ocalan zehmet e. Pêwîste di vî warî de kampanyayên navneteweyî bên destpêkirin. Ji her derdorê mirov tevlî vê kampanyayê bibin û ev kampanya bi awayekî aktîf were meşandin."