Demîrtaş: Em xwe dispêrin gel û dîrokê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş: Li ser mîrateyên hemû şoreşgeran, me HDP ava kir. Em xwe dispêrin gel û dîrokeke gelekî cidî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş: Li ser mîrateyên hemû şoreşgeran, me HDP ava kir. Em xwe dispêrin gel û dîrokeke gelekî cidî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Li ser mîrateyên hemû şoreşgeran, me HDP ava kir. Em ê di her hilbijartinê de bi ser bikevin û di her hilbijartinê de mezin bibin. Em xwe dispêrin gel û dîrokeke gelekî cidî. Dîrokê her tim ev nivîsandiye. Li tevahiya Rojhilata Navîn bigerin, hûn ê qesrên hatine hilweşandin bibînin, lê gelên hatine hilweşandin ti carî nebînin. Gelên me li her cihî rabûye ser piyan. Ji bo me mijara lezgîn ne hilbijartin e, aştî ye."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li Navenda Kongreyê ya Kapikûle, bi xebatkarên çapemeniyê re rûnişt. Tevî gelek nûnerên saziyên çapemeniyê parlementerên HDP'ê yên Îzmîrê Muslum Dogan û Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî bernameyê bûn. Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye ji pêvajoyekî gelek krîtîk re derbas dibe.
Demîrtaş anî ziman ku di serdemeke wisa heses de ji bo azadî û demokrasiya Tirkiyeyê û bibin hêviya gelên bindest ên Rojhilata Navîn HDP ava kirin û wiha axivî: "Civaka Tirkiyeyê civakeke pirçandî û bawerî ye. Dibe ku şiklê wan ê jiyanê cuda be. Hişmendiya yekparêzî bi me hemûyan da windakirin. Me can, aborî, hawirdor û xwezaya xwe winda kir. Em civekekî piralî ne û divê em demokrasiyekî piralî esas bigirin."
'AKP Û DAIŞ HEMAN HIŞMENDIYÊ DIPARÊZIN'
Demîrtaş da zanîn ku bi avakirina HDP'ê bi hev re jiyan şênber kir û wiha axivî: "Yên ji me re digotin 'hûn li vî welatî bi hev re najîn' em têkoşîna di nava partiya siyasî de bikin nîşanî wan da. Piştre me bernameya partiyê û danezana hilbijartinê bi piralî nîşan da. Me di kampanyaya hilbijartinê de nîşanî wan da. Me li hemberî yekparêziya AKP'ê serketinekî bîrdozî qezenc kir."
Demîrtaş wiha berdewam kir: "Feraseta DAIŞ'ê ya tekfîrker ev e. Li ser vê yekê hebûna xwe didomîne. Bi nêzîkatiyekî faşîzan a ku ne li gorî îslamê ye ve dixwazin vê biafirînin. Bi serjê kirin û jinan li bazarên koleyan difişon ve dikin. Li Tirkiyeyê niha feraseta tekperest a ku dixwazin pêk bînin bêhtir nîşan didin. Dibêjin bi AKP'ê re çi eleqeya vî heye. Lê di vê xalê de dişibin hev. Dema ku em dibêjin, em neşibin Sûriyeyê, em dibêjin ku wekî HDP'ê bin. Em dibêjin bi cudatiyê xwe ve bin. Ev ancax bi bi hev re jiyanê û demokrasiya radîkal ve pêkan e. Heta dixwazin ev yek bê çareserkirin divê wekhevî û edalet hebe. HDP ji ber vê yekê polîtîkaya ku demokrasiya radîkal esas digire parast."
'ME LI DIJÎ AKp'Ê SERKETINA ÎDEOLOJÎK BI DEST XIST'
Demîrtaş da zanîn ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de li dijî feraseta tekperez û tekfîrker a AKP'ê serketinek bi dest xist, AKP'ê ji ber ku têkçûna hilbijartinan hezm nekir berê xwe da şer. Demîrtaş ev nirxandin kir; "Me li dijî feraseta tekperez û tekfîrker serketin bi dest xist. Li dijî ferzkirina 'yên deng nedin AKP'ê nemirovin' me serketineke îdiolojîk bi dest xist. Me bi hev re ev yek kir. Me bi rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê bi hev re ev yek kir. Tekane pêşîlêgirtina vê yekê hebû ew jî şer bû. Dema ku pirsa 6-8'ê Hezîranê de çi guherî bê kirin tekane bersiv dengên ku HDP'ê girtiye ye. Çima di 6'ê Hezîranê di biryara şer nehat girtin jî di 8'ê Hezîranê de hate girtin. Dibêjin PKK'ê li bajaran çek hilgirtiye, ma şeva 7'ê Hezîranê çek girt. Ev 2 sal û nîv e li Enqereyê li Îmraliyê çi dihat axaftin. Ev dihat axaftin. Ya ku li Dolmabahçeyê hate aşkerakirin ev e. Bernameya bêçalakîbûnê bû. Tişta ku mabû piştî hefteyeke derbasbûna muzakereyan bû. Piştî hefteyekî wê dîroka çekberdanê bihata aşkerakirin. Me hê jî bersivek negirtiye. Çima we maseya Dolmabahçeyê qeliband. Serokkomar dibêje şaş bû, eger şaş e bi agahiya te hate kirin. Ev 13 sal in xwe mexdûr nîşan didin. Li ser mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê jî dixwazin mexdûrbûnekî nîşan bidin."
Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bila dayik negirîn, bila zarokên me negirîn. Tirk, kurd, polîs, leşker, gerîla ferq nake em mirinan bidin rawestandin. Niha divê bê rawestandin. Divê PKK'ê çalakiyên xwe yên çekdarî li bajar û çiyan bide rawestandin. AKP ji bo ku gunehên xwe veşerê nikare li çiya û kolanan zarokan bikuje. Em ê destûrê nedin ku AKP tengasiya xwe bi rêya şîdetê îxrac bike." Demîtaş da zanîn ku tiştên piştî 7'ê Hezîranê qewimîn darbe ye, ev şerê parastina welat nîne, şerê parastina qesrê ye.
'HILBIJARTINA PÊŞWEXT WÊ DI NAVBERA ŞER Û AŞTIYÊ DE DERBAS BIBE'
Demîrtaş anî ziman ku hilbijartina pêşwext di navbera partiyan de na, di navbera aştî û şer de derbas bibe û wiha got: "Li aliyekî ferasetek ku ji bo îktidara xwe şerê navxweyî jî girtiye ber çavan, li aliyê din ji mexdûrî vî şerê jin, ciwan û bindest hene. Li gel hemû fîtneyan civakek ku mecbûre bi hev re bijî heye. Li Tirkiyeyê ti kes ji şerê navxweyî qezenc bike nîne. Li vê derê civakek ku vîna wî xurt e heye. Pêşeroj êdî di navbera du partiyan de nîne, di navbera du xetên cuda ye. Wê di hilbijartina pêşwext de jî ev xet biçin ser sinodoqan. Wê yên alîgirên aştiyê bin qezenc bikin û êdî AKP nebe partiya yekemîn jî."
Demîtaş da zanîn ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de kesên ku deng dane AKP'ê poşman bûne û wiha dom kir: "Serketina HDP'ê bû asteng ku AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Dibêjin ev 20 sal in ew amedekariyan dikin, ji ber wê jî encamên hilbijartinê ku HDP ji desthilatdariya wan re bû asteng qebûl nakin. HDP li dijî hişmendiya yekperestî demokrasiya radîkal daniye holê."
Demîrtaş diyar kir ku HDP li dijî êrîşan her tim aştî parastiye û got: "Di nava şerek bi vî rengê de me peyvek şer jî bi kar neanî. Polîtîka û berameyek HDP'ê ya cuda jîn e. Me tenê ji bo hilbijartinê HDP'ê ava nekir. Li ser mîrateyên hemû şoreşgeran, me HDP ava kir. Em ê di her hilbijartinê de bi ser bikevin û di her hilbijartinê de mezin bibin. Em xwe dispêrin gel û dîrokeke gelekî cidî. Dîrokê her tim ev nivîsandiye. Li tevahiya Rojhilata Navîn bigerin, hûn ê qesrên hatine hilweşandin bibînin, lê gelên hatine hilweşandin ti carî nebînin. Gelên me li her cihî rabûye ser piyan. Ji bo me mijara lezgîn ne hilbijartin e, aştî ye."