KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê cenazeyên 4 şervanan hate oxirkirin
Kobaniyan cenazeyên 4 şervanên ku di Pêngava Xezebat Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi marasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
KODAR: Bi ruhê Komara Kurdistanê, bi erka xwe ya dîrokî rabin
KODAR’ê, salvegara Komara Kurdistanê li gelê Kurd pîroz kir û bang li gelê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî kir ku bi ruhê Komara Kurdistanê, bi erka xwe ya dîrokî rabin. -
YPG'ê nasnameya 4 şervanan eşkere kir
YPG'ê, ragihand di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de ku li gundê Siwêdiya Biçûk di 19 Çileyê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, her wiha di şerê li gundê Mehmûdiyê de jî şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye. -
Rewşenbîr û akademîsyenên Başûr çûne Qendîlê
Piştî Pêşmerge û ciwanan, ji herêma Behdînan komek rewşenbîr û akademîsyen çûne Qendîlê û piştgiriya xwe ya ji bo Gerîla diyar kirin. -
Şaredariya Qendîlê xebatên xwe nirxandin
Şaredariya Binarê Qendîl a li Herêmên Parastinê ya Medyayê têkildarî xebatên xwe yên salekê bi civînekê nirxandin. -
Hunermendên Başûr: Li dijî dagirkeriyê em bibin yek
Hunermendên Başûrê Kurdistanê li dijî gefên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Şengalê helwest nîşan dan û gotin "Li dijî dagirkeriyê bibin yek." -
26 girtî sirgûn kirin
26 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê diman, sirgûnî girtîgehên li Wanê hatin kirin. -
Li Amedê operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, artêşa Tirk di navbera 5 û 7'ê Çileyê de li Amedê operasyonên leşkerî pêk aniye. -
Girtina komeleya Sarmaşikê weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' çû ber destê dadgehê
Piştî ku Komeleya Sarmaşikê ya Amedê ji aliyê Desteya Wezîran hate girtin, 32 hezar mirov ji desteka komeleyê bêpar man û mexdûr bûn. Komele ev mexdûrbûn weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' bire Dadgeha Rêveberiya Herêmê. -
Dor li bajarokê Suwediye hat girtin: Şer lê giran e
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de bi pêş ve diçin, xwe gihandin bajarokê Suwediye ya Mezin. Li pêşiya vî bajarokî şerekî giran diqewime. -
'Heta ku DAIŞ pê li cenazeyên me neke wê nikaribe bikeve nava Kobanê'
Şervana YPJ'ê Newroz Agirî, ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da got, "Pavşerûtî bi taybetî paşverûtiya DAIŞ'ê dixwaze jinê û tevahiya mirovahiyê dîl bigire. Roj ne roja rûniştina li malê ye." -
'Em xwe bi rêxistin bikin, kongreya neteweyî pêk bînin'
Ciwanên beşdarî konferansa 'Di kongreya neteweyî de rola ciwanan' bûn, dan xuyakirin ku ew ê hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û zextê li partiyên siyasî bikin ji bo kongreya neteweyî pêk bînin. -
Jêrzemîna hovîtiyê ya yekemîn: Bêhn li me çikiya ye
Li gorî rapora HDP'ê, ji jêrzemîna yekemîn a hovîtiyê, ku li Kolana Bostan bû 26 cenaze hatin dexistin. Dema ku hemû têkiliyên bi vê derê re qut bû, gotina dawî ya endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ev bû: Av heval av av. -
'Bi serketina Kobanê ya 26'ê Çileyê re em ji nû ve afirîn'
Di nava tevgera Apoyî de mezin bû. Di dema rejîma Baasê de gelekî girtî ma. Cihê xwe di serketina Kobanê de girt. Mahmûd Mûhammed Alî yê 55 salî, qala jiyana xwe ya berxwedanê kir. -
Berxwedana YPS'ê ya li Şirnexê
Endama YPS'ê Avdar Çekdar, ku di berxwedana Şirnexê de cih girt, got "Di 13'ê Adarê de derketina derve hat qedexekirin û berxwedana YPS'ê roj bi roj mezin bû. Gel jî ti carî Şirnex neterikand." -
Nûçegihanê DÎHA'yê Kaya hate girtin
Li Tirkiye ya ku ji bo rojnamevana bûye girtîgehekî ser vekirî, rojnamevanekî din jî hate girtin. Nûçegihan DÎHA'yê yê Giyadînê Abdullah Kaya û 7 kesên li gel hatin girtin. -
Li Riha yê 6 kes hatin girtin
Li Rihayê di 10'ê Çileyê de nêzîkî 50 kesan hatibûn bînçavkirin, bi komî sewqî dadgehê tên kirin. heta niha ji kesên ku hatine sewqkirin 6 kes hatin girtin. -
Li Lice, Pasûr û Sîlwanê operasyona leşkerî
Artêşa Tirk dûh li Çiyayê Lîs ku dikeve sêgoşeya navçeyên Pasûr, Licê û Sîrwan a Amedê operasyonek dabûn destpêkirin. -
Hevserokên Konseya Rêveber a Sîstema Federal hate hilbijartin
Hevserokên Konseya Rêveber a Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hate hilbijartin. -
Welatiyên Rojavayî daketin qadan: Ji Ocalan re azadî!
Li Tirbêspiyê bi armanca azadiya Ocalan bi sedan kes daketin kolanan. -
Ji hunermedên Mexmûrî û Başûrê Kurdistanê banga Kongreya Netewî
Asayîşa PDK'ê rê neda hunermendên Mexmûrî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya hunermendên Mexmûrî û Başûrê Kurdistanê li dijî şerê birakûjiyê lidar bixin, bibin. -
Divê ciwan û jin ji bo Kongreya Netewî hê aktîvtir rol bilîzin
Di encamnameya konferansê de ku bi mijara "Di Kongreya Netewî de Rola Ciwanan" , hat diyarkirin ku ji bo hê zûtir Kongreya Netewî bê lidarxistin divê jin û ciwan hê aktîvtir rol bilîzin. -
KCK: Em ê hesreta damezirînerên Mehabadê pêk bînin
Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê: Em bawer dikin ku em ê hesreta damezerînerê Komara Kurd a Mehabadê bi Îran a Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bînin, li ser vê bingehê em li ber bîranîna wan careke din bi hurmet bejna xwe ditewînin. -
Dijberiya qeyûm a li dijî rengên kesk, sor û zer
Dika aktivîteyê ya Parka Çandê ya navçeya Îpekyûlû ya bi rengê kesk, sor û zer ji aliyê qeyûm ve bi rengê porteqalî hate boyaxkirin. -
KCK'ê ji bo Pîr Haydar Cîlesûn peyama sersaxiyê weşand
KCK'ê ji bo Pîr Haydar Cîlesûn peyama sersaxiyê weşand û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi geşkirina têkoşînê, jiyana azad a gelê Kurd û civaka Elewiyan bafirîne. Ku ev yek hesreta Pîr Haydar Cîlesûn e."