KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê gav bi gav ber bi azadiyê ve...
Li Kobanê saet 02.00 ê şevê, tarîtiyeke zilûmat e. Jîpeke YPG’ê tê me dibe. Şervanê YPG’ê farên wesayitê vênaxe û me dibe.. -
Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve dîl hatiye girtin, rakirin nexweşxaneyê. -
KNK’ê salvegera serketina berxwedana Kobanê pîroz kir
KNK'ê duyemîn salvegera serketina berxwedana Kobanê pîroz kir û got, "Kobanê li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê." -
'Eger berxwedan nebûya wê hê bêhtir mirov bihatina kuştin'
Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk bi wesîleya salvegera berxwedana xwerêveberiyê ji ajansa me re axivî û diyar kir, qedexe li Şirnexê dewam dike. Bîrlîk xwest, dest ji rêbazên 'ewlekariyê' bê berdan. -
Dadgeriya Tirk Tûncel û Kişanak berneda
Dadgeriya Tirk di rûniştina destpêkê de biryar da ku Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak girtî bimînin. -
'Kobanê keleha berxwedan û têkoşîna gerdûnî ye'
Yek ji şervanên ku di nava berxwedan û serketina Kobanê de cih girt, şervanê MLKP'ê Cûdî Firat ye. Cûdî Firat got, serketina Kobanê bû destpêka qelihandina çeteyên DAIŞ'ê. -
Li Rihayê qeyûman 224 karker ji kar derxistin
Qeyûmên li 5 şaredariyên DBP'ê yên li Rihayê hatin bicihkirin, 224 karkerên taşeron ji kar derxistin. -
Karasû: Dilsoziya bi Sûphiyan re, bi Tirkiyeya demokratîk dibe
Karasû: Eger hêzên çep, sosyalîst û Kurd li hev bicivin û têkoşîna demokrasiyê bimeşînin, wê Tirkiyeya demokratîk û azadîparêz, ku daxwaza Mûstafa Sûphî û hevalên wî bû, pêk were. -
Du berxwedêrên şerê Kobanê: Ocalan Amara û Kandîl Yilmaz
Şervanên YPG'ê Ocalan Amara û Kandîl Yilmaz, ku tevlî berxwedana Kobanê bûn, qala wê berxwedana bi heybet kirin. -
Piştî banga seferberiyê tevlî nava refên PKK'ê bû
Aso Kelarî, ku li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê bû, qala jiyana xwe û têkoşîna PKK'ê kir. -
Mahmûd Osman: PYD-YPG nebe encam jî nîne
Osman: Mafê herî xwezayî yê YPG û PYD'ê ye, ku biryarên civîna Astanayê bi cih nînin, ji ber ku tevlî civînê nehatine kirin. -
Êrîşa DAIŞ'ê ya li ser gundên rojavayê Reqayê hatin şikandin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember şervanên Pêgava Xezeba Firat ên ku li gundê li herêma rojavayê Reqayê hatin şikandin, gelek çete hatin kuştin. -
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafiran
Li herêmên Zap, Avaşîn, Deşta Kafya, Bergare û Çemço yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê liv û tevgera balafirên şer. -
Ji bo şeredariya Bazîdê qeyûm hate wezîfedarkirin
Ji bo Şaredariya navçeya Bazîd a Agiriyê, Qeymeqam Ûlaş Akhan weke qeyûm hate wezîfedarkirin. -
Li Kobanê 4 şervan hatin veşartin
Gelê Kobanê 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, spartin axê. -
Altûn; Bi ya me tam dema Kongra Netewî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn li ser mijara yekîtiya netewî, operasyona Mûsilê û rewşa Şengalê ji ANF’ê re axivî. -
Nasnameya 3 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG'ê, nasnameya 3 şervanên di berxwedana Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Êrîşa DAIŞ'ê hate şikandin: 14 çete hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gundên Minbicê hate şikandin, herî kêm 14 çete hatin kuştin. Çeteyan li gundê Til Hodanê jî 4 sivîl qetilkirin. -
Li Xarpêt û Amedê 15 kes hatin girtin
Li Xerpêt û Amedê dibîn navê operasyonên qirkirina siyasî de, 15 kes hatin girtîn. -
KCD: Divê Ocalan tavilê azad bibe
Şandeya Êlihê ya KCD'ê got, "Ji bo rakirina tecrîda tecrîdê, afirandina mercên danûstandinê û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya demokratîk, divê Ocalan tavilê azad bibe." -
YPS: Li Amedê di çalakiyan de 10 polîs hatin kuştin
YPS'ê bi wesîleya 1. salvegera damezrandina xwe li Amedê çalakî lidar xist. Di van çalakiyan de 10 polîs hatin kuştin, 17 jî birîndar bûn. -
Ev du roj in li Şaredariya Bazîdê lêgerîn tê kirin
Lêgerîna ku piştî serdegirtina polîsan li Şaredariya Bazîdê dest pê kir, ev du roj in dewam dike. -
Çeteyên ser bi Tirkiyeyê bombeyan li gundê Efrînê dibarînin
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk ên li Ezazê hatine bicihkirin, bombeyan li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. -
'Bêyî Kurdan encam ji Astanayê dernakeve'
Çavdêrên siyasî û rojnamevan dibêjin, bêyî Kurdan ti encam ji civîna li Astanayê dernakeve û destnîşan dikin, ku ev civîn tenê manewrayeke siyasî ye. -
Bi navê ‘konferansa dîn’ şaredariya Mêrdînê şelihandin
Seroktiya Rêveberiya Çandê ya Girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ku ji hêla qeyûmê ve hatibû desteserkirin, bi navê ‘’lêçûna konferansa dîn’’ ji bûdçeyê bi milyaran pere li ser xwe zimmet kir.