Li Kobanê 4 şervan hatin veşartin
Gelê Kobanê 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, spartin axê.
Gelê Kobanê 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, spartin axê.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên Hikmet Miho (Hikmet Kobanê), Bayram Sayılgan (Dijwar Bahoz), Mehmet Can Mutlu (Rêdûr Amed) û Qadir Yavuz (Andok Ateş) bi merasîmekê lî Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.
Di merasimê de, serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim û cîgirê wî Xalid Berkel, Endama Rêveberiya TEV-DEM′ê Eyşe Efendî, cîgirê serokê Desteya Kar û Barên Civakî Şervan Mislim, Endamê Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyê Ferhad Dêrik û Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê, amade bûn.
'EM Ê ŞOPDARÊN WAN BIN'
Li goristanê şervanan merasîmekî leşkerî li dar xistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îzet Hemo axivî, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soz da ku ew ê şopdarên rêya wan bin.
Piştre jî Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Eyşe Efendî got ku wê gelê Kurd li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê parastina xwe bikin.
Piştî merasîmê cezanyê her 4 şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan hatin definkirin.