KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
3 welatiyên sivîl ên şehîd bibûn bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên ji herêma Dêrikê û Gikê Legê 3 welatiyên sivîl ên li gundê Mezra ku ji aliyê leşkerên artêşa dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin. -
Ji bo Ayhan Bîlgen daxwaza girtinê
Piştî binçavkirina Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ku ji aliyê Serdozgeroya Komarê ve Îfadeya wî hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. -
Cenazeyê Ozevlî ku di wesayita xwe de mirî hate dîtin, hate veşartin
Cenazeyê endamê Meclîsa Şaredariya Sêrê Bûrhan Ozevlî yê DBP'yî, ku di wesayita xwe de mirî hatibû dîtin, hate veşartin. -
Li Minbicê goreke komî hat dîtin
Li dora nexweşxaneya Firatê ya Minbicê, goreke komî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kolandin, hat dîtin. -
Pêşengê nemir ê berxwedana Geverê: Îslam Ronî
Di berxwedana Geverê de, ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên şer seferber kir, lê nekarî bi ser bikeve, yek ji berxwedêrên tevlî karwanê nemiran bû Îslam Ronî ye. -
Di nava Rewşa Awarte de binpêkirina mafên zarokan zêde dibe
Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir, bi qedexeya derketina derve ya li Kurdistanê û ragihandina Rewşa Awarte re, mafên zarokan di asteke xetere de tên binpêkirin û got, eger pêşî li vê neyê girtin, wê ev rewş roj bi roj girantir bibe. -
'Endamên FETO xistine nava blokên girtiyên siyasî'
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Wanê dimînin diyar kirin, hemû mafên wan ên qanûnî têne binpêkirin û gotin, "Li blokên di navbera me û hevalên me de endamên FETO hatine bi cih kirin û bi vî rengî dixwazin provokasyonê derxin." -
'Em li Helebê bi rola pêşengiyê radibin'
Fermandara YPJ'ê ya Helebê Zozan Hêvî li ser rewşa dawî ya li Helebê axivî û têkildarî civîna Astanayê got, "Em encamê civîneke ku nehatine vexwendin û lê nehatine naskirin, nas nakin." -
Altan Tan hate berdan
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Altan Tan ê danê êvarê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Meclîsa Rêveber a Minbicê hate îlankirin
Meclîsa Sivîl a Minbicê, îro bi civînekê Meclîsa Rêveber a Minbicê îlan kirin. -
Li Kobanê cenazeyên 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyê Kobanê cenazeyên 5 şervanên azadiyê yên li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn, li Girostan Şehîd Dicle veşartin. -
Hevserokê DBP’ê yê navçeyê hate binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî DBP’ê dewam dike. Hevserokê navçeya Îpekyolû yê Wanê Samî Îpekten hate binçavkirin. -
Altan Tan hate binçavkirin
Parlemeterên HDP’ê yê Amedê Altan Tan hate binçavkirin. Tan, li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Niha li mala xwe ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.” parvekir. -
‘Di civînên Cenevre û Astanayê de ku Kurd cihê xwe negire wê ti encaman bi xwe re naîne’
KCK'ê ya ku serkeftina Kobanê silav kir û got: “Xeta siyaseta pêkanîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê, wê azadiya gelan û yekîtiya Sûriyeyê ava bike.” -
YPG: Arteşa Tirk bi dijwarî êrişê Rojava dike
Navenda ragihandina YPG’ê di daxuyaniyekî ve diyar kir ku arteşa Tirk a dagirker bi hemû dijwariya xwe êrîşên xwe li ser Rojava didomîne. -
Li Riha û Wanê binçavkirin û girtin
Di operayonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP’ê de, li Rihayê 11 kes hatin girtin û li Wanê jî 11 kes hatin binçavkirin. -
Hevşaredarê Karazê Affullah Kar hat binçavkirin
Hevşaredarê Karazê Affullah Kar ê Walîtiya Amedê erka wî ji destê wî girtîbû tevî 3 kesan hat binçavkirin. -
VASKÎ’yê ji gundiyan re got: Bi destê xwe rêya ava qeşagirtî vekin
Ev 10 roj in VASKÎ avê nade gundê Bakişik ê Saray a Wanê. Gundiyên ku bê av mane, li ser pişta keran avê ji xwe re tînin. VASKÎ li gundiyan geriya û got, ‘bi destê xwe rêya ava qeşagirtî vekin’’ -
'Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye'
Şervanên YBŞ'ê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelan kirin, ku têkoşînê mezintir bikin. -
Endamê Meclîsa Şaredariya Sarayê yê DBP'yî Ozevlî li hundirê wesayîta xwe mirî hat dîtin
Endamê Meclîsa Şaredariya Sarayê yê DBP'yî Bûrhan Ozevlî li hundirê wesayîta xwe mirî hat dîtin. -
Meşvanê çiyê yê 21 salan: Helwest Partîzan
Helwest Partîzan, ku weke şoreşgerekî jiyana xwe ya 21 salan a gerîlatiyê diyarî azadiya gelê Kurd kir, di serî de li Bakurê Kurdistanê li gelek qadên gerîla têkoşiya û cihê xwe di nava şoreşgerên Başûrê Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dan, girt. -
Beştaş bi şertê kontrola edlî hat berdan
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ji aliyê dadgehê ve hat berdan. -
Li Efrînê bi hezaran penaber bi derfetên gel tên vehewandin
Bekir: Derfetên me têra pêşwaziya penaberan nakin. Zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. Pêwîstiya penaberên li Efrînê bi alîkariya lezgîn heye. -
Li Amedê tevgera polîsan
Bi sedan polîsa Taxa Kaynartepe a Baxlar a Amedê dorpêç kirin, bi piyan ketin kuçeyan û nasnameya kontrol dikin. -
Qeyûm anîn li ser Şaredariya Qilebanê
Piştî ku îro hevşaredarên Qilebanê ji peywirê hatin dûrxistin qaymeqamê navçeyê weke qeyûm hat erkdarkirin.