Welatiyên herêma Girkê Legê û Dêrikê cenazeyên 3 şehîdên bi navê (Mihemed Hacî, Şêrwan Hisên Abdullah û Ferhad Hacî Nezîr) ên ku li gundê Merza yê herêma Dêrikê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin, ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerawenekî wesayîtan ve ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.
Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Hevserokê Desetya Tûrizmê û Parastina Şûnwaran Hisên Elî, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl jî tevlî merasîmê bûn.
Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate lidarxistin. Piştre ji Fermandarên YPG`ê Zana Dêrikî axivî û diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê sivîlan bi awayekî rast e rast dikin hedef.
Dêrik bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakurê Sûriyeyê isbat dibe ku li hemberî vîna gelan nikare li berxwe bide. Dêrik destnîşan kir ku bi saya berxwedana gelên herêmê plana dewleta Tirk a dagirker têk çû.
Piştî axaftinê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ûbêd nasnameya şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên her 3 şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên ‘Şehîd namirin’de hatin veşatin.
Di şeva 26`ê Çileya 2017’an de, leşkerên dewleta Tirk a dagirker welatiyên gundê Mezra ku 15 km dikeve bakurê bajarê Dêrikê, gulebaran kirin. Di encamê de 3 sivîl şehîd bibûn û 4 sivîl jî birîndar bibûn.