KURDISTAN
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Hemû Nûçe
-
KCD, HDK, TJA, DBP, HDP deklarasyona 'NA' ragihandin
KCD, HDK, TJA, DBP Û HDP li Amedê li hev rûniştin û di pêvajoya referandûmê de ji bo 'NA' banga têkoşînê kirin. Di deklarasyona hevpar de biryardariya geşkirina berxwedanê û avakirina siberojê hate nîşandan.
-
-
Navenda Çandê ya Nûda dikin avahiya emniyetê
Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Wanê, ku di dema Şaredariyên DBP'yî de li Wanê nikarîbû li her cihê dixwaze qereqolan çêbike, piştî desteserkirina şaredariyê bi rêya qeyûm, ji nû ve ket nava tevgerê.
-
-
Piştî Nisêbînê sendroma Geverê
Piştî berxwedana bi mehan a li Geverê, hêzên ewlekariyê yên dewletê JOH, POH gihîştin radeya parçebûnê. Hat gotin, bi dehan ji wan îstifa kirin. Dewletê hejmara kuştiyên xwe veşart.
-
Çîrokek berxwedanê: Zîndan Bor
Endamê YPS'ê Zîndan Bor ê li Wanê di 21'ê Îlona 2016'an de jiyana xwe ji dest da, çîrokeke jiyanê ya bi berxwedanê dagirtî li dû xwe hişt. Zarok bû ket zîndanê, tevlî berxwedana Kobanê bû û taliyê li axa lê ji dayik bû jiyana xwe ji dest da.
-
-
-
-
-
-
-
-
Îdrîs Balûken hat berdan
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, di rûniştina destpêkê ya doza dijî wî hatibû vekirin de hat berdan.
-
YPS: Li Qoserê 2 endamên me şehîd bûn
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku 2 endamên wan ên li Qoserê bi erka xwe radibûn, li çeteyên qesrê rast hatin û di şer de jiyana xwe ji dest dan.
-
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên par jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Ji bo bîranîna hevrêyên xwe, em ê erk û wezîfeyên xwe bi ser bixînin."
-
Karayilan: Li dijî pêla faşîst yekîtî divê
Mûrat Karayilan: Li Tirkiyeyê, her kesên li dijî faşîzmê ne divê bibin yek. Eger pêşî li vê pêla faşîst bê girtin, wê Tirkiyeyeke ronî û aram ava bibe. Eger ev pêla faşîst bi ser bikeve, Tirkiye wê salên dirêj di nava tarîtiyê de bigevize.
-
-
-
'Em li bendê ne ku 'NA' wê bi ser bikeve'
Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir, ji bo referandûma destûra bingehîn divê şert çêbibin û got, divê ew bi çavê seferberiyê li kampanyaya 'NA' binêrin.
-
Parlamenterê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim, dema ku rûniştina doza parlamenter Îdrîs Balûken dişopand, li Amedê hate binçavkirin. Parlamenter Yildirim piştî îfadeyê hate berdan.
-
-
-
-