BI DÎMEN

'Em li bendê ne ku 'NA' wê bi ser bikeve'

Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir, ji bo referandûma destûra bingehîn divê şert çêbibin û got, divê ew bi çavê seferberiyê li kampanyaya 'NA' binêrin.

Guherîna destûra nû ku Qesra Erdogan, AKP û MHP’ê li ser rejîma dîktatoriyê li hev kirine hefteya bihurî ji Meclîsa Tirk derbas bû. Ji bo ku destûra nû derbasdar bibe, divê bi kêmanî ji sedî 51 ê dengan bistîne. AKP ya ku dixwaze rejîmeke nû ava bike, ji vê rejîmê re her çendî sîstema ‘serokkomariya partiyî’ bibêje jî, diyare ku tê xwestin rejîma komarê were rûxadnin û li şûna wê rejîma 'seroktiyê' bi navê din 'yek şexs' were avakirin ku li dinyayê mînaka wê nîn e. Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji ANF’ê re axivî û rejîma 'serokkomariya partiyî' nirxand.

Ertan diyar kir, Erdogan sîstema serokatiyê 7’ê Hezîrana 2015’an aniye ser zimên û wê demê niyeta xwe diyar kiriye û  wiha got:  "Erdogan dema ku mîtîng dikir gotibû, '400 wekîlê bidin bila ev kar bi sax û silamet biqede'. Ev gotin nîşan dide bê ka çendî polîtîkayeke taloke dimeşandin. Helbete li gel ku hemû hewldanan jî Erdogan tişta ku dixwest bi dest ve neanîn. AKP bi serê xwe nebû desthilatdar û HDP jî bi sedî 13’an bû partiya sêyemîn. Sedema ku 400 wekîl dixwest  ew bû ku bi 366 wekîlî dixwest rayeya ku bi tena serê xwe bikaribe destûrê biguherîne bi dest ve bîne. Ji bo ku dîsa bibe desthilatdar welat ber bi kaosê ve bir. Du polîsên ku li Serêkaniyê hatin kuştin, ku weke sedema qedandina pêvajoya çareseriyê nîşan dan jî, di nav de, me xwest ku hemû komkujî werin lêkolandin lê AKP’ê hemû red kirin."

'DIVÊ LI GORÎ DAXWAZA GEL DESTÛR WERE DANÎN'

Ertan got, ne li gorî daxwaz û pêdiviyên Erdogan lê li gorî rastî û pêdiviyên gel divê destûr were danîn û bi berdewamî got: "Di Rewşa Awarte de jî heke em dibêjin divê destûreke ku bibe derman divê were danîn, helbet meclîs weke vîn dikare destûrê deyne. Ji xwe em jî dibêjin destûra heyî ya darbeyê ye û bi teqezî divê were guherandin."

Ertan ragihand, di sala 2013’an de 4 partî hatin cem hev, bi navê Komîsyona Lihevkirina Destûrê xebatên destûreke nû dane destpêkirin, li ser 60 xalî li hev kirin lê AKP’ê pişta xwe da wê, avête sergoyê û weke xwe kiriye. Ertan da xuyakirin, ku divê bi hev re li gorî rastî û pêdiviyên gel destûreke were danîn û wiha pê de çû: "Lê helbet vê rêyê hilnabijêrin. Destûrê nadin ku gel destûrê nîqaş bikin. Di şevekê de AKP-MHP li pişt deriyê dadayî bi lihevkirineke xef bi destûreke nû derketin pêşberî me. Dema ku nîqaşkirina xalan hatî meclîcê weşana televizyona meclîsê hate rawestandin, ji bo ku gel nebîne, nebihîse her tişt kirin. Bi awayekî ku yasadanîn, rêveberî, daraz têkeve destê yek kesî kirine yek, rayeyên bêsînor ku mirov nikare êdî pêşî lê bigre bexşî wî kirin. Serokkomarê ku weke yek kesî wê were hilbijartin bi teqezî wê nikaribe were darizandin."

'DIVÊ ŞERTÊN REFERANDÛMA DESTRÛRÊ ÇÊBIBIN'

Ertan diyar kir, ji bo referandûmê divê şert werin çêkirin û ji bo vê jî divê her kes bi azadî bikaribe fikrên xwe vebêje. Ertan da zanîn, divê bi rojan, hefteyan, bi forum, panêl, bernameyên televizyonan, semînaran ev kampanya were birêvebirin û wiha domand: "Divê her kes bi azadî bikaribe bibêje bê ka çima ew ,'NA' dibêjin. Jê wêdetir divê bikaribe diyar bike bê ka çima ew naçe ser sendoqê. Divê rewşeke wiha hebe ku hilbijêr bi rehetî bikaribe van bîne zimên. Ev hemû bi hinceta Rewşa Awarte têne astengkirin. Di rewşên wiha de danîna destûrê pir taloke ye û ne meşrû ye."

'REWABÛNA DESTHILATDARIYA AKP’Ê TÊ NÎQAŞKIRIN'

Ertan diyar kir ku hem li hundir û hem li derve rewabûna AKP’ê nîqaşkirin û got, ji ber ku hurmet ji vîna sendoqê re nehate nîşandan ev weke problemeke rewabûnê derkete holê. Ertan got, xendek û bend weke hincet hatin nîşandan û dest li ser şaredariyên gel danîn û wiha got, "meseleye sereke ya dewletê ew e ku Kurd li xwecih jî giştî jî nebin xwedî vîn."

Ertan da xuyakirin, ku bajarên Kurd ji bo wan xwedî girîngiyeke din e û got: "Li bajarên Kurd, bi 'Na'yê em dikarin li pêş rejîma dîktatorî bibin asteng. Heke 'erê' were gotin, ev tê wateya erêkirin hemû tiştên ku heta niha AKP’ê bi serê me de anîne. Neçûna ser sendoqê tê heman wateyê. Tam li gor daxwaza AKP’ê ye. Ji bo azadiyê divê em bibêjin na. Ji bo heqê jiyanê. Em xwedan wê potansîyalê de ku dikarin ji dîktatoriyê re bibêjine na, me berê jî ev kir. Na, tê maneya pêvajoyeke nû, ev wiha naçe."

'EM Ê KUÇE BI KUÇE KAMPANYAYÊ BI RÊ VE BIBIN'

Ertan diyar kir ku saziyên çapemeniyê hema bibêje hemû ji AKP’ê re dixebitin, got, gotina ‘na’ peywireke mirovî ye û bêyî ku li bendê bimînin ku vê xebatê partî bimeşîne, divê her kes vê kampanyayê bike.

Ertan dawiyê got: "Em ê mal bi mal bigerin û bi hemû hêza xwe bibêjin, çima em dibêjin na û çima divê em biçin ser sendoqê. Bi teqezî em ne neçar in. Em Kurd divê bi çavê seferberbûnê lê binerin. Neçûna ser sendoqê tê maneya erêkirinê. Em bi teqezî dizanin ku wê ‘na’ bi ser bikeve. Ji ber ku em dizanin ku gelê me vê baş dibîne. Divê em van hemû nîqaşan ibhêlin û hev hembêz bikin û hev bigirin. Di ‘na’yê de xêr û bereket heye. Bibêjin Na û bila Siyabend û Xecê bigihjin hev. Bibêjin ‘NA’ bila hilma gel were ber. Azadî ya me ye, siberoj a zarokê me ye û bi teqezî em ê bi ser bikevin."